şewî yeldaye ya deycûre emşew?

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  3395 Dîtin
şewî yeldaye ya deycûre emşew?
ke dîdem dûr le to bê nûre emşew
diłim wek ḧakmî meẍdûre qurban
xełatî wesłî toy menzûre emşew
ke toy şay keç kulahî dîde mestan
çi bakim qeyser û feẍfûre emşew?!
siruşkim nexşî nawî to dekêşê
ke cêy sêdarekey mensûre emşew
diłîş mayl be dîdey toye boye
le min weḧşî û řemîde û dûre emşew
le xew hełsawe ya ałoze çawit?
hemîşe waye ya mexmûre emşew?
le dûrît min wekû bulbul denałim
be wesiłit ’alemê mesrûre emşew
supay mujgan û tîẍî ebrwanit
şiksitî fîrqeyî tabûre emşew
eger yaran depirsin ḧałî kurdîNasnava edebî
le kuncî bêkesî mehcûre emşew