kone şarî newê û bedebel
Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
5 Xulek
678 Dîtin
yaran fanîye, yaran fanîye
şadî û beşaret dinya fanîye
řojê desteyî sadatî temîz
be serkirdeyî şêx ’ebdul’ezîzKes
swarî esp bûyn řoyîn bo şikar
em şîw û ew şîw be řuj û nizar
řawgey eweł řoj, dołî dołe sûr
emca binarî deştî şarezûrCih
kulus û çwałe ta dwazde bira
deştî «tutaxac» hemû řaw kira
deştî «welesimit» ta twî «berdebel»
dapoşra be swar, le deşt ta be kel
xuřîn le tancî û hey heyî swar
wek řîzî serbaz le ser ta be xwar
leber «berdebel» řwanîm asare
dyare ke cêgey yek gewre şare
qeyserî û bazař, sera û dukane
binçîney xanûy herwa ’eyane
bekurtî sê řoj be kerwêşkeřaw
kelawey şarman bo nekira tewaw
le řojî çwarem kerwêşkêkman kuşt
ke sermanbiřî û xwênekeman řişt
xwên řija beser berdêkî pana
ke xwênî lêkewt, lêm hat be zimana
wişey berd
witî: ey swar lawî pesendim
petroy zamanî konit hełkendim
wenye em xwêne, heweł carim bê
zûxî derûnî piř cexarim bê
çen xwênî pyade, çen xwênî swar
řija be serma, hezaran hezar
ke berd emey wit, satê hebesam
pişûm lê biřa, tewaw tewasam
weramî qani’:
weramim dawe řûm kird le ew berd
witim ey berdî wekû min řeng zerd
min swêndit edem be xway lamekan
be aferîdey dewranî cîhan
bom beyan bike řazî nîhanî
heweł ta axir, herçî ezanî
le mewla û le şêx, le beg û le mîr
le aẍa û miskên, le paşa û wezîr
le koşk û xanû, le şar û dêhat
em şare gewre boçî way lêhat?
weramî berd:
witî ey qani’Nasnava edebî to xwêndewarî
min wam’ezanî ziring û hoşyarî
seyrî mêjûke ezanî çone
deskarî kêye em şare kone
le pêş mîladda, le qeřnî ḧewtem
hozî madekan le zor ta bekem
le ewrûpawe hatne asya
kirdyan be mełbend gişt deşt û çya
ko bûno le yek zor û bê şumar
dewłetî madyan hênaye serkar
şarî paytextyan nawna ekbatanCih
êste pêy ełên şarî «hemedanCih»
yekem şa, dîwkis, danîşt leser text
bo xoşî û şadî, kutay tepłî bext
supay dirust kird le pyade wile swar
merdî řûy meydan pałewanî kar
mamostay řagirt bo xwêndewarî
şarî řazano fenî mî’marî
swarey serbazî xiste naw řêga
hetakû hîç kes małî kes neba
miskîn newaz û hejar perwer bû
bo baqî şahan, çeşnî serwer bû
bebê ajawe û bê şeř û hera
leser şarana walî danra
peyday kird bo kurd naw û abřû
binçîney madî xiste naw mêjû
cêgedarî ew «firefirtîş» bû
paş bawkî, ewîş kewte hat wiçû
le şwênî bawkî ’îzetî nwan
çaktir le bawkî kurdî pêgeyan
sinûrî xakî biław kirdewe
goy hunermendî tewaw birdewe
derecey serbaz, le pyade û swar
çeper bû berîd, lem şar bo ew şar
ał û goř legeł dirawsêkanî
pêwîstî hozî çak bedes hanî
zor zor têkoşa be huşyarî
heta pêşî xist pîşey cutyarî
lepaş çend sałê bebê derdî ser
wiłatî cêhêşt lebo «hoxşiter»
hoxşiter kuřî hate řûy meydan
çaktir têkoşa, bo hozî kurdan
supay pêkona zû be dest û bird
dujminî dewrî hemû lenaw bird
kemer beste bû ta řojî mirdin
daym amade bo xizmet kirdin
şahî diłnewaz, hejar perwer bû
lenaw şahana, çeşnî serwer bû
bo derkirdinî dewłetî aşûr
le ekbatano, hate şarezûr
zanî aşûrî merdî dilêrin
şeřker û wirya, be kuştin fêrin
emca hoxşiter padşay ’adił
xuşkî xoy bexşî be paşay babil
behoy zawayî em paşa gewre
aşûryan derkird, neman le dewre
emca aytextî hêna şarezûr
şarî dirust kird be «newê» meşûr
«newê» û «berdebel» hetakû xulmar
ew deşte gewrey hemû kird be şar
biřwane îsteş binçîney mawe
ta çaw biř eka, leher çwar lawe
kuřî hoxşiter nawî ajdîhak
ke mêjû nûsan pêy ełên zuḧakKes
her çen mêjûnûs ełên xwênimj bû
bo qazancî xoy şahê pyawkuj bû
bełam temaşay mêjûy yunan ke
seyrî řaburdûy tewaw cîhan ke
bot der’ekewê ke xwênimj nebuwe
giştî diroye û hîç pyawkuj nebuwe
biřwane wişey hêrodot yunanî
îspatî eka, zor be cwanî
le paş ajdîhak nore hate «zûr»
êsteş bew xake ełên, şarezûr
axir padşay madekan zûre
lenaw mêjûda tewaw meşûre
le dewrî zûrda, dewryan dwayî hat
ḧukmyan nema le xak û wiłat
paşmawey ewan bo hozî kurdan
tepley newgîne û feqêyaneyî pan
ke berd em řazey bo gêřamewe
kiřnûşim bo bird, be selamewe
witim memnûn bûm ey berdî kone
şarezat kirdim, ke mîdya çone
minîş dûbare zamim kulawe
xwaḧafîzîm kird geřame dwawe