qani’ û baz

Li pirtûka:
Deştî Germyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 2 Xulek  752 Dîtin
ey baz! ey melî bałdarî xwênxiwar!
le naw melekan be meşûr be zordar
azarî gyanî gyandaran edey
belay derdito xot bexêw ekey
hemû bałdarê jyanî heye
be endazey xoy wîjdanî heye
hîçyan wekû to nabin be xwênxor
gyanî bałdaran nakêşin be zor
nabin be seg û nakewne wiłat
hîç nabin be hoy zerer û afat
to leber xatir jemêkî xwardin
gyandarê wek xot exeyte mirdin
mirdinit başe ta jyanî wat
şoret xwên xorît bixeyte wiłat
min be to ełêm! hey sitem pîşe
eme kirdar û kirdewe û îşe?
ey bazî załim! kirdewe bogen!
řojê her ebê biçîte naw ben
zorî pê naçê her kirdewey xot
çingî xwênřêjît etxate naw kot
wek to ḧez ekeyt le jîn û xwardin
ḧez nakey bigey be piley mirdin
hemû gyandarê wekû to waye
nayewê mirdin boy bête kaye
to be destî xot zengî xot ziřan
perdey şeref û wîjdanit diřan
to le ber nextê sûdî tenyayî
çen hezar ekujî her be xořayî
min be to ełêm: ey sitem pîşe
eme kirdar û kirdewe û îşe?
ew kesey bo řaw to bexêw eka
etxate wetraq goştit pê eda
sed ewendey to, bogene û xwênimj
bo qazancî xoy ebê be pyaw kuj
herkes kirdarî êş û azare
ewe le newey seg û segsare
her kes ḧez eka be xwên řijandin
zû kewête naw kelawey mirdin
bimrê ew kesey ke şeřî ewê
azarê bigrê janî nesrewê
wełamî baz:
qani’Nasnava edebî! xwênxorîm xetay xom nîye
sirûştim waye, desełat çîye?
eger tebî’et denûk neda pêm
serbendî şaxan, danenê bo cêm
çingî qulapdar wek nêzey xwên řêj
nexate pencem meḧkem û dirêj
nînok wek ełmas nexate pence
hîç melê le min nabê dił řence
minîş wek kotir er gyaxor ebûm
bo xom ejyam, beher cor ebûm