çîrokî şêxî nuştenûs û melewan
Li pirtûka:
Şaxî Hewraman
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
668 Dîtin
şêxe nûştanê lel melewanê
bûbûn be hawřê, le byabanê
yaşêx, řûy tê kird, witî be kabra
hîçit xwênduwe ey destey bira
kabra řûy tê kird witî ya şêx gyan
hîç xwêndewar nîm, małim bê wêran
ya şêx xoy gîv kird, boy hate wełam
witî be kabra, hey kerî nefam
qabilit çîye bêyte nizîkim
le giftugoda bî be şerîkim
min zigî jinî nezok piř ekem
be du’a mar û dûpişk qiř ekem
xêwî serkanî û cinokey herdan
hałî naw zig jin, şewey minałan
jin lelay mêrdî xoşewîs ekem
ya be nuştey řeş negrîsî ekem
be kurtî ya şêx legeł melewan
řoyn geyştine awê firawan
xełqî be mele eçûne ewber
melenezanîş emawe lem ber
yaşêx řûy kirde kabray melewan
witî: çilonî? kakî pałewan
min kolke şêxim nek şêxî tewaw
dexîl hoşt bê nekewme naw aw
kwêraym daye, mele nazanim
hîwam her toye, derdit le gyanim
necatim bide le gêjî tofan
be melewanî destim be daman
xozge! lebatî nuştenûsînim
melem ezanî gyanî şîrînim
kabra ke zanî ya şêx tirsawe
le tirs aweke, hoşî nemawe
witî: ya şêx gyan! kwanê nuşteket?
kwa cinokekuj, tuşûy pişteket?!
be du’a û nuşte û ḧîley naw defter
dey xot necat de, le gêjî xeter!!
to kolke şêxî, şêxî tewaw nît
şêxîyş her beqed mele ezanît
qani’
pêwîste gişt kes herwa sehil û sûk
xoy be zil negrê û, xełkî be biçûk
her şitêk řojê, bekarî to dê
her şit îşî xoy eka cê be cê
tika
tika ekeyn le kakî nuştenûs, îtir ne jinman bo xoşewîst bikat û ne zigî piř bikat û ne bîka be qîr û ne cinokeman bo bisûtênê, dînî pakî îslam řêgey em core xirafyane nadat, her kes byankat, der ekewê ke hîç gwê nada be dînî îslam. «qani’»