witeyek

Li pirtûka:
Çirakanî Ser Hellemût
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  941 Dîtin

le seretay destidane qełem û le yekem çawpişkutnî behrewe, le şî’rekanî «tirîfey hełbestNava taybet»ewe ta emřo, nawî «qurbanîyekanî» azadî û xwênî dem behawaryan û înca sîḧrî «şwên» û cwanîy «siruşt» û çirîkey sirûde mîllî û neteweyîyekanman û sumbulekanî xak û mêjû, dastanekanî xobextikirdin, mergî yaran û azîzan û zincîre dîrokî tirajîdyay xwênawîy gelî kurd û herweha mirovayetî û dinyaş: le şî’ir û pexşanî minda le nîşane here dyarekanî ewîn û peyamî edebîy peywendarî nepsawey gyanî min bûn be çarenûsî milyonan mirovî em wiłate û be hemû beha cwanekanî cîhanîşewe. her le seretay gîrodebûnî ’eşqî em zimanewe, ta henûke, şî’ir lay min şêwaz û amancîş buwe. ewendey min lew xeme gewraney derewey xom aławim, qet ewende, le xeme taybetekanî xudî xom ne’aławim. pê eçê xoşewîstîy xak û mirovayetî minyan kirdibê be şa’îr. çunke biřwam waye, edeb û hunerî bê xełk û bê xoşewîstîy xełk tenanet eger cwanîş bin, le gułdanî xałî û xanûy çoł eçin! xulyay hemîşey min ewe bû edebê binûsim le diłewe bo dił bêt û bitwanim guzarişt lew xulya û meraq û xeyałane bikem ke le diłî xełkîdan û ewan natwanin derîbbiřn û min le xułqandineweyekî dîkeda, byanxeme pêş çaw. nwêxwazîş belay minewe ne ziman qifłikirdine û ne wałakirdinî tewawî hemû dergakanîşe. ezmûnî dûrudrêjî xom ewey fêrkirdûm, eger le řoḧî zimanekey xomda nejîm hergîz le řoḧî hîç zimanêkî dîkey dinyada najîm. cîhanbînî lêrewe dest pê ekat. ne fantazyay řût edebe û ne nawerokî bê fantazyayş efrandine. nawendêk heye, ke berdewam ew «nehênîye» xoy têda ḧeşardawe û «sadeyîş» hewênêtî, dyare ew sadeyyem mebeste ke le xudî «ḧeqîqet» xoy û le xudî cwanîy xoyda heye. eme cige lewey beşêkî leberçawî efrandinîş, birîtîye: le çinînî sin’etkarane, her leber eweyşe qełemî zał û behrey twanadar etwanê biřyar bida û binûsê û bixułqênê. betaybetî ew katey edîb, çawgî ’eşqêk, her ’eşqêk kwanûy gyan û hizir û hest û nestî bê. řenge edebî «bone»kanîş biçne em xaneyewe. min bo xoyşim pêm wa nîye. wek hendê řexnegir ełên her deqêk «bone» dirustî bikat, îtir ewe ebê le deqe mirduwekan bêt. hełbete min mebestim boneyeke ke pakî û behadarî û hełwêstî însanyane xasyete cwanekanyan bin. le edebî êmeda, bo nimûne, şî’re here cwanekanî «mewlewîKes» «bone» taybetî û pîrozekan dirustyan kirdûn. ewey belay minîşewe le piley yekemda dêt, çonyetî derbiřîn û meznîy ew zimaneye ke ebête bała awêney babeteke. edeb be wirdekarîyewe edebe. wek çon wişey naşî’rî nîye, babetî naşî’rîş nîye. nûsîn berpirsîye û gemey sereřoyane nîye, efrandin awêtebûnêke lenêwan cwanî û řastî û hełwêstida, fiřînî zimane le berzayîyekanî manada. em kitêbey leber destandaye, hełbijardey beşêke le pexşanekanim betaybetî le de sałî dwayîda, ke hendê carîş, nawî «witey edebî» yan «peyvî şî’rîş»m lê nawin û le serdemî cyacyada nûsîwmin û beşêkyan le řojname û govarekanda biław bûnetewe û beşêkî tirîşyan bo yekem care ekewne pêş çaw û dway kokirdineweyan çend parçeyekyan nebêt ke lemla û lewla «kemê destikarîm kirdunetewe» wekî tir wek xoyan çon bûn her bew şêweye mawnetewe. ewey le kotayîy em witeyeşda, şayenî amaje bokirdin bêt, eweye: gelê car tixûbekanî nêwan «şî’ir» û «pexşan» her tewaw kał ebnewe, begran le yektir cwê ekirênewe. řenge «pexşan» be berawird legeł «şî’ir»da, be dengêkî beriztir û hendêcarîş řastewxotir bidwê. zimanî «mecaz»yişî tenkitre û mentîqî ’eqłî załtire û dergakanî xoy zyatir ekatewe. bîrme carêk le dîdarêkda witim: şî’ir şaxudaxî zimane û bełam pexşan pêdeştêtî!.

«çirakanî ser hełemût» komełe ezmûn û ewînêkî tirî jyanî edebîy mine. ew pexşananen ke le henasekanî şî’ir xoy muturbe kirawin. hełwêstî bercesten û gułdanî wefan bo ew hawřê û mamosta û pêşmerge û xoşewîstaney becêyan hêştîn û bełam dway xoyan manayekyan da be jyan û xebat û dahênan û minîşyan le ewînî xoyanda nuqim kird.

«çirakanî ser hełemût», sumbule dagîrsawekanin. eşê em çirayane hemû çun yek şewqyan xoş nebê. eşê çun yek le yek astî řewanbêjîy ziman û astî hunerîda nebin û bełam her hemûyan hełqułîwî derûn û bîrî xomin, hełwêstin le wişeda û beserkirdinewey beha cwanekanî jyanin. zimanî ewînî edebîy minin lew satewextaneda ke «nîştiman» daway nûsînyanî lê kirdûm!. min hawřêy řojgarekanî em xake bûm. hawřêy azar û awatyan ke azar û awatî xudî xoyşim bûn. «çirakanî serhełemût», berdewam birîskeyan dê û le bîrewerîmda be zîndûyî emênnewe.