yaddaştî makewêkî řeşpoş

Li pirtûka:
Yaddaştî Makewêkî Reşpoş
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 14 Xulek  968 Dîtin
bem bûlêłe tenya eřwa û řûy kirdote damênî şar
êste asman mişkîřenge û ewîş xemêkî mêyîney
qetranî wek kirasekey
ałoz wekû kezyekanî
sîsîş wekû herdû gonay
sardîş wekû destekanî
tarmayîyekî mêyîney le meraqda nuqim buwe
pena û pasêrî girtuwe
şepolêkî leserxoye û hengaw enê
estêreyekî nexoşe û
firmêskêkî şox û şenge û
bem bûlêłe tenya eřwa û řûy kirdote başûrî şar
ew zamêkî qijdirêje, çawekanî biřîwete eşkencey xoy
çawekanî biřîwete mangî xwênî awanebûy naw xeyałî
(serî, mêrde kujrawekey, ewînî xoy)
le çiraxanî azadî, dabřawe
le daristanî tirîqe û pêkenînî
dewruberî dabřawe
bê’agaye, le hawarî apûrey xełk
bê’agaye, le zemawendî řûnakî
le şayîy guł
le lencewlarî goranî
le semay ałay sewz û zerd
tenya eřwa û legeł řabirdûda edwê, legeł xoyda
legeł bazêkî şehîda legeł «ew»da ...
bem bûlêłe tenya eřwa û řûy kirdote damênî şar
«hebû, nebû, řojanê bû
bazekey min benaw biłêseda efřî
leber gopałebaran û terzey şûm û çexmaxeda şeqjinî bû
wek firîşte bałdarekan,
be daristanî nêzeda tê epeřî
řojgarê bû, bazekey min, lew berzewe
a em şarey lejêr bałekanya edî
yekbeyekî em herdane, em lûtkane
cê řewge bûn, bo espe şêkey hełmetî
le dozexî kiławsûr û kiławřeşda
yekbeyekî em kołan û şeqamane:
(a ew sûçe, ew sîleye, ew bindare
ew jêrçetre, ew penapayey bazaře)
cê nizirgey tirsinakî kutupiř bûn
bo bazreqey xwênî tûře û bo hêrşî
kêłan û kîfî amade û kirawe bûn
bo derhênanî demançe û řîzî gulle û
teqînewey narincokî xêray desî
wek kizebayş, lenakawda, ehatewe bo małewe
bebê xişpe, tirîfe bû der’ekewt û
yan xewêkî êcgar xoş bû, lepřêkda, peyda ebû
minîş wek askî xewałû řa’epeřîm
hemû leşim enîşte ser awî tirs û
hemû cestem ebû be çaw
behêwaşî le kemerewe eygirtim
(çekîş hêşta be şanewe)
baweşêkî piřawpiřî germ û tînûy pya ekirdim
germîyanî arezûman
wek berdî ber sûrehetaw tawî esend
ewsa îtir çon lawlawî
ser pencerey jûrekeman
tewaw pêmewe enûsa … tewaw … tewaw
memkekanim lenaw çingya, sipî, sipî
wek dû tîtrwaskî biçûk
şewqî ḧezyan, leser gowe, da’egîrsa
wek çaweřwanî tûlanîy sałewextîş
wek xemî qûłî herdûkman, maçêkî qûł
bînêkî qûł, le demewe, mijîneke ekewte řê û
benaw leşa, tezûy dirêjey ekêşa
le keprokey naw řîşîşya
bonî kewêł, bonî eşkewt, bonî barût
bonî kûzełey gwê çem û mordim ekird
bonî gułe azadekan
bonî meqeřêkî şêdar
bonî naylon, bonî betanîye sewzekan
lenaw tûkî ser singîşya
bonî tîjî azayetî û
bonî naw sengerm ekird
le çawîşya hemû řêga dûrekanim edî
temî nizmî gewekan û řakirdinî gułestêre û tirûskayî
agirî şwanî ser řewez û birîskey cogey
berkawî êwaran û hełbezînewey qełbeze û
maçî ałî nêwan aso û xorinşîn û her le çawya
řengî peřîwî jinanî naw ordugam ebînyewe,
řîzepyaw û řîzezîl û řîzeçadir
serusîmay dwa şehîdman
dartelî ser îzgekeman
le çawanya çarenûsêkî payze wekû geła lerey ehat
le çawanya mergî şî’rêkî nazdarim exwêndewe
xemî bałgirtûm ebînî
xwênî estêrem ebînî
le çawanya xorinşînî xom ebînî xewm edî
lenaw gemyey hewrêkdam û her çwardewrim hemûy giře
xom ebînî peřesêlkem tenya tenya mawmetewe
hemû carê le çawanya
çarenûsêkim ebînî û lêy etirsam
le naweřastî hodeda be çwarimişqî da’enîştîn
her çwar ejnoman enûsan beyekewe
le dû gułdanî piř le guł, piř le xem û piř le xewn û
piř le azarî sûr eçûyn
qisey ekird:
- to û kanî, to û dirext,
to û berdim, be qed yek xoş ewê!
empirsî:
- kamman, tozqałê le kamman zyatir, gyane?!
řa’ema, eyřiwanîye dareřay jûreke
lew sateda demuçawî
le kuxtêkî naw tem eçû …
- zîz mebe! berd zyatir, aw zyatir, dar zyatir!
oh! gyane, ke berdiman ledest çû, ême çîn?!
ke awman fewtî kird, ême çîn?!
ewênî bê berd û bê aw û bê dirext kwa heye!
yek çirke azadî û dway ewe ba bimirim!
lêł mebe! … ewênî min û toyş
le řûnîy awdaye!
le xuře û le hajey serbestîy awdaye
temaşa! dîlêtî nahêłê
têr seyrî yek bikeyn!
jêrdestî nahêłê le małî xoyşimanda
bo tawêk bisrewîn!
azadî asmane, barane û hetawe
bê asman, kam xor û kam tîşk û kam baran?
azadî xakîşe
azadî xełkîşe, mêjûyşe
ke nebû çî heye?! em nane?!
yan jehir?
(bazekey min şa’îrîş bû,
hemû carê dwa şî’rî xoy
legeł dwa dûkełî mezra û
legeł dwa zirîkey berd û
legeł dwa giryanî baxda bo ehênam)
bazekey min ew şî’raney ke eynûsê
qûł bûn, wekû deryaçekan
sadeyş bûn wek gułekêwî
bazekey min le nwêxwazanî jyan bû
ew ne’eçuwe ber awêne konekanî ziman
lay ew wişe zîndewer bû
lay ew řiste mewcdanewey meraq û
zengî mêşk û wekû giřkan
satewextêkî xeter bû
(nimûneyekî biçûk le şî’rekanî bazekey min)
serî min bem asmane newîye bem asmane zelîle
řazî nabê
serî min topî agir û giłołexemêkî yaxîye
yan narincokêkî naw destekanî azadî
ebê em mêjuwe tarîkane, em beheşte řeşane
le xwênewe řûnakîyan bo berîn
bełam eşbê be mirdinêkî dirêjda tê peřîn
înca bigeyte …
(bazekey min em şî’rey
benatewawî bo becê hêştûm)
bazekey min, wek kizeba çon lenakaw peyda ebû
herwayş lepiř, bebê xişpe, wek kişanewey tirîfe,
wek geřanewey tarmayî û sêber û xew, dyar ne’ema
lepřêkda awa ebû. eçowe naw řoḧî çya
ebowe be gułî çwale, be darhenar, ebû be
zine û be řeg û be sirûdî dem darbeřû
eçowe naw temtûmanî ewdîw keje bêdengekan
eçowe naw cirîwey dûr, eçowe naw xewnî
gund û le xołemêşda win ebû
win ebowe, ehatewe, win ebowe
bazekey min bûmelerzey, lebin destî
dêwî sipî û dêwî řeşî em şareda
eçand, înca win ebowe
le seferî girdî řeşda hemû carê
kemendî ew bêçuwe dirincêkî egirt
hemu carê le çeqî em cadaneda
bo dałêkî em mełbende …
bo erjenê
bo ’ezyayek
dozexêkî nwêy da’exist
bazekey min le dwa êwarey fiřînda
le dwa satewextî nêwan geşanewe û hełwerînda
wextê legeł řewtî xêray
cwanuwejanêkî sipîda le şaxewe
berew binarda egeřa û
şoř ebowe berew naw şar
ew çirkaney,
tirawîlkey lerzîwî pêş herdû çawî
sîmay awingawîy minî
dûr û nizîk nîşan eda
mirdin le şêwey dawêkda
egate ber herdû qaçî û
dêtewe yek!
baz egîrê û
bałekanî şetek edrê û
exrête naw zîndanêkî geřokewe û
dûr dûr ebrê
(bazekey min, pelet çî bû)
bew êware direng‌wexte
bew êware bejniřeşe
bew êware nefretîye
bo kwê eçûy?
etwîst çirîke û şeqjinit berîte kwê?!
etwîst le kam hewar la dey?!
pelet çî bû?!
hewr le serit ewesta!
řûbar le serit ewesta!
ziryan le serit ewesta
minîş le serit ewestam
pelet çî bû?!
wityan: gêjełûkeyekî sipî ẍemgîn
ew yekem car
hewałî toy geyandibuwe małî çyanşînekan
hewałî toy birdibowe bo lay befir û
bo lay mêrg û
bo lay gułekêwîlekan
hewałî toy birdibowe
bo lay kotrekanî meqeř
bo lay jine mastifroş û
hobey tazehełdirawî řewendekan
wityan: têkřa beyekewe
legeł çinar û şořebî û
pyawanî ber derkî mizgewt
jinanî serkuł û kanî
hemû pêkewe giryabûn
ho bazekem pelet çî bû?
merg her ehat
em seferet her leber bû
bełam hêşta ey bazî min
bo to berebeyanêkî zû bû
şî’rekanit: hêşûy wişe zîwînekan
xetî wek zengyane wirdit
şêwey îmzat «ke le serî bulbul eçê»
dar cigereyek, çerxeket,
çaketêkî konî serqoł pînekiraw,
çawîlkeyekî hetaw û
tezbîḧêkî ebłeq, kiławê, pandanê
qefezêkî kew, lifkeyek
şûşeyek ’etrî betał û
hegbeyek û
awêneyek
ey bazekem!
emane ew yadgar û şwênewar û mîratyanen
bot cê hêştûm.
em şitane, gyanyan tyaye
em şitane, qise eken řazekanyan edirkênin
em şitane, ecułên û dêne lam û
le baxełma eyanniwênim,
hemû řojê destyan be serda ehênim
bonyan ekem, bonî şûşe betałeke
bonî hegbe û bonî lifke.
çaketeket leber ekem
kiławeket leser ekem
’eynekeket leçaw ekem
eçme berdem awêneke
be pandanekeyş lasayî
xet û îmzat ekemewe
be tezbîḧîş denkeyad û
denkemeraqim ejmêrim
înca eçim le tenîşt qefezekewe
heł’etruşkêm
leber çawim wirde wirde qefezeket gewre ebê
wa hest ekem minîş peřubał der’ekem
îtir ebim be makewêkî řeşpoşî xał le mil û
derkî qefez ekemewe û
eçme nawî û
be zayełe û fuẍanewe
bot exwênim!
le şewanî befranbarda, xoşewîstim sipî sipî eçêtewe
le şewanî befranbarda, lenaw małêkî sipîda gułêkim řeş
le daristanêkî sipîda askêkim řeş, le şewanî befranbara
wekû kulû bebê xişpe dêytewe lam, dêyte jûrê
hêşta qij û řîş û simêł û çekeket, herdû şanit
ser be befrî nwaw tazen, destit tezîw, peřey
gwêçket sûrhełgeřaw, haław le demit heł’esê û
cestet kemê heł’elerzê û kiluwekan ebin be aw û
beçzewe etkêne ser taqezopa û pê ekenê û lepaş
tozê demuçawit betewawî der’ekewê. da’enîşîn,
pał ekewîn, hegbey teřit ekeytewe, hewrîyek û
cûtê panî berzî řengawřengî lê derdênî, lewberewe
hełî edeyte koşmewe û ełêy:
em careyan dyarîyekeman seqzîye
le şewanî hawînanda wextê ke mang heta serşanî girdekey
beramberim da’ebezê, nawbenawê kizebayê dêt û bonî
gułe’etrî zerd û mêxek legeł henasey fênkî xoyda
dênê, jinî geřeg eçne derê. leber dergay ḧewşey
małda da’enîşin, binêşt ecûn û şemałe egirnewe
kîjekanîş pirçî yektir ehonnewe. min ezanim to be şewî
awa řûnak û leberçaw nayeytewe. min her lêrem
le qefezda û makewêkim taqutenya û naçme derê
hemû carê beyekewe mangiman edî
min bebê to mang nabînim. bo bîbînim?!
çî pê biłêm?! boçîm bwê?!
min emşew le mang etirsim
demuçaw şûm,
ełêy jinecadûgerêkî nexoşî sîḧirbaze …
min emşew řiqim le mange
naçme derê!
bazî gyanim!
her ledway to ledway koçî sûr û xêrat be çend mangê
legeł we’dey ewełînî maçumûçî hendê gułî
zû řiskawî, tazememkikirdûy
em xakeda, legeł we’dey yekem hetawî desgerm û
teşqişkawî sermada
her ledway to be çend mangê
gewretrîn bûmelerzey awdamanî em mêjuwe
em nexşeye, hat û řûy da
meznitirîn lafawî xełk, sêławî ser,
sêławî dest û hawar û gerdinî xełk
hat û řûy da
besamtirîn řapeřînî xwênî ême
řapeřînî espî sûrî bejnî ême
hat û řûy da
řapeřînî çiřtirîn xemî dîrokman
řapeřînî berdibeberd û
darbedarî em kêwane
řapeřînî bazuwekanî cade û geřek
jin û mindał
řapeřînî xoşewîstî
lafawî qaç, lêşawî dest, sêławî leş
bahozî deng
bûmelerzey kot û zincîr
hat û řûy da
wek telîsmê, wek efsane
wek xwawendê azadî hat
bo yekem car demî bestirawî mêjûman
kirayewe û henasey da
ax bazekem!
to lekwê bûy?!
ledwa perawêzî yaddaştekanda makewe řeşpoşeke
be xetêkî dirişt nûsîbûy:
(dway azadîş řoj hat û řoy, pak hat û
pîs hat û bełam pîs her neřoy. řûn hat û
lêł hat û bełam lêł her řûn nebowe. çeqo hat û
qurbanî hat û keçî çeqo tîjtir bowe. bay sipî hat û
bay bor hat û bełam bay bor her givegvî bû. awî
sewz hat û awî řeş hat û keçî awî řeş
her neřoşt û her pengî xwardewe. asman hat û qefez
hat û kesê nehat be lamewe û min û birsêtî û
tenyayî û em qefeze her maynewe)
êste řoḧim qaqřêke û xołî sûrî tya ebarê. xołêkî wird
ketîreyî, bînînkuj û behêwaşî enîşête ser tenyay û
qefezekem, ser birsêtî û sikî xałîm, emlikênê be
ẍurbetêkî tazewe, ẍurbetî min lenaw şayîy azadîda
ẍurbetî xwênî bazekem, namoyîy xwênî bazekem be hawřê û
meqeřî xoy. ẍurbetî mafêkî birsî û makewêkî bê
dan û aw, makewêkî bêwejnî tenya û řeşpoş.
makewî jinebazêkî lebîrkiraw!
«agadarîyek le makewe řeşpoşekanewe»
(eger le tirsî geřanewey erjengî dêw nebwaye
eger le tirsî geřanewey dołpay ta’ûnî beẍdaCih nebwaye
êmey makewe řeşpoşe birsîyekanî em qełemřewe
hawser û xuşk û daykî û baze peřubał xwênawîyekan
be denûk û be denûk û be denûk
sedan çawman heł’ekołî û eşmanxiwardin!)
bazekey min!
îste řoḧim qaqřêke û xołî sûrî tya ebarê
tozêkî wird, ketîreyî, emlikênê be ẍurbetêkî tazewe
be tutřikî hezar pirsyarî tazewe
«etirsim, etirsim, etirsim
lem xołe sûre etirsim
le pişt em xołe sûrewe çîtir heye?!
kê le xwên ekołêtewe?!
kê dadgayî min ekat?!
kê ser lem qefezane edat?!
gułe řeşekan çon ejîn?!
gułe řeşekan çon emirin?!
em dergay ser birînane
kê lem dergayane edat?!
em hêlaney baz û dałane çon têkeł
beyektir bûn?!
etirsim, etirsim, etirsim
lem xołe sûre etirsim
em çeqoyane çon hatne
naw berokî sipîmewe?!
ew gułkujane çon êsta
legeł gułda heł’epeřn?!
em dizane be kwêda hatne jûrewe?
çon geyştine ser çirpakem?
ew espaneyan çon xesand?
ew kêwe zile çon dizra?
çon? çon? çon?»
min bazekem gułkoyekî dyarî nîye
le sînem û ew gułcarane bewlawe
ke mêrgî sûr
ke deştî sûr enûsnewe
min bazekem gułkoyekî dyarî nîye
heta minîş wek jinehewrî em şare
hewrî řeşpoş
hemûy řojanêkî heynî
xemekanim ko kemewe û
biçim be serya bibarêm
min darhenarêkim heye tenya
tenya û terîk
her xoy û xoy
wa le bakûrî em şare
hemû řojanêkî şemme
her xom û xom
eçim bo lay, minîş wek ew
her bepêwe řa’ewestim, heta bûlêł
çaw ebřime qedubałay, maçî ekem
destî sardim exeme ser şanekanî û
heł’elerzêm wekû gełay
yekem car bû
em darhenare tenyaye
em hawřê goşegîre
le şemeyekî zîwînî ber baranda
leser qedî, leser singî
leser destî
şî’rî yekemîn jwanî
min û bazekemî nûsî! ...
hemû řojanêkî şemme eçim bo lay
minîş wek ew her bepêwe řa’ewestim
heta bûlêł
ewsa îtir wekû xemêkî qijdirêj
wek makewêkî řeşpoşî
tenya û bêzar
da’egeřêm û eçmewe
bo naw qefezî jûrêkî
damênî şar!