le řakşanêkda

Li pirtûka:
Rûbar
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  486 Dîtin
nîweşew bû
nawnîşanî dwa honrawem hełîsanim:
- ger etewê
xewî şî’irit lê nezřê.
heste û serim asude ke.
- çîte?!
- wişekanit
hendêkyan wiřkyan girtuwe!
- leçî?!
- byanbîne!
«ba» hat
giveyekî kird û witî:
- ew daristan û derbend û pêdeştaney
lem şî’reda to minit tê fiřê dawin
hênde be leşî min tengin
her ke hełm kird ezanim
leberma edřên û ewsa…
- ey çît ewê?!
- eřomewe bo derbend û
daristan û pêdeşte řasteqînekan
lem dêřaneda heł nakem!
eger minîşt xoş ewê
etwanît bêyt dîdenîm keyt.
ke «ba» řoyşit
«kew» hat û witî:
- jûrekanî naw şî’reket
çende cwan û řazaweş bin
her be qaqezyan ezanim
befir dest nekate milim
min naxwênim!
- ey ewe nîye wa befirim
bo barandûy?!
- ew befrey to barandûte
ke maçî ekem nabziwê!
peykerêkî sipîye û min
diłî xom nadem be peyker!
kew hełfiřî û řûbar witî:
- ta lêre bim dirextekan sewz nabin
kêłgekanîş ewendey tir tînû ebin.
- ey ewe nîye dirextim
bo řwandûyt û
kêłgeşim bo dirust kirdûyt?!
- min etnasim
to çend şa’îrêkî řařay
her ewendey
diłit kirmê bû le şî’rê
ewsa be nûke qełemê
darekanit lebnewe heł ekenê
kêłgekanit esřêtewe...
* * *
«ba» řoy
«kew» řoy
řûbar řoyşit û
naw nîşanî şî’rekeş řoy
betenya wişey «xem» nebê
cêy nehêştim û
be cûte řakşaynewe.