bon

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  499 Dîtin
lenaw baxî kirîstałî kogay bonda
hengezerdey ’aşiq bûm û
sed xulim xward
nimenmey zerd û sûrî
zor baranî
hewrî ’etirim
pirjane ser qołî çaket.
qijî deyan şûşey kurt û kełegetim
geyande lût
bełam hîçyan
bonî leşî hawînantyan
lêwe nehat!
bełam her nemdozîtewe
ey xoştirîn bonî dinya!
ey bonî giłesûrekey
dway awiřşênî bermałî
hawînanî
ewsay geřekî «ḧacî ḧanCih»!.