perde

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  372 Dîtin
ew darsêw û darhenare
lew gwê çeme, emřo řût bûn
řûtuqût bûn
ke baweşyan kird be yekda.
kîjołe sêw zû hestî kird
lew berewe, darebenêkî des tûkin
be dûrbînî ew řeweze
lepenawe
zû zû temaşayan eka.
boye hesta û be řiqewe
perdey temî gwê çemekey dadayewe!