xwast

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  642 Dîtin
şifrey sextî diřendeyekî kêwîyan da’etaşî
lêyan pirsî:
to ḧez ekey bitkeyn be çî?
şifre witî: ḧez ekem bibim be deskî
kêrd û çeqo!
şaxî cwanî askêkyan da’etaşî
wityan: ey to?
witî: min ḧez ekem bimken
be kilwêçkî çawî cwanan!.
liqî dargiwêzêkî pîryan da’etaşî
wityan: ey to?
witî: min ḧez ekem bimken
be goçanî destî pîran.
gaberdêkî kurdistanyan heł’ekołî
lêyan pirsî:
ey başe to?
to ḧez ekey bibî be çî?
witî: min emewê bimken
be peykerê bo azadî.