soma

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  367 Dîtin
le koşkêkda çepke gułê
be gułdane zêřînekey xoy, emey wit:
ta dwênê bû
heta lew deşt û dere bûm
ta geda bonî ekirdim
gełayş çetrî sewzî destî
ber baran û hetawim bû
le bałinde û dirextewe ta ba û befir
aşna û řoşna û hawřêm bûn
taqaney xoşewîstî bûm
maçim guławî nawdemî jyanim bû.
le dwênêwe ke hatûme
naw baweşî koşkî towe
lûtî paşa bonî ’umirim heł’emjê
xom ebînim wa îstake
min bûmete çukłî çiqłê
ke somay çawî beharî
xoy ekujê!