piřşingekan

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  354 Dîtin
em çarenûse, be tenha
her leser tewêłî senger nenûsrawe.
em řêgaye be tenha her
naçêtewe ser wiłatî giř û barût.
baxekanî em ewîne be tenha her
yek cor gułyan tya napşikiwê.
em espeman her bo ẍarî şeřge nawê.
em destane her bo tifeng dirust nebûn.
xo bîrman her taqe kilîlêkî nîye.
em kurdistane be tenha her jan
be yek cor řuwek û
dar û dirextewe nagrê.
bałay azadî be tenha
her be bałay çek napêwrê.
çerim her fîşek liẍî lê dirust nakirê.
serbestî her be yek ziman qise naka û
her yek cor berg napoşê û
yek kiławîş leser nakat.
em zeryaye her yek cor keştî naybiřê.
xo her be tenhayş sefîn û goyje şax nîn.
her «bêkesKes» û «ḧacî qadirKes» pêşmerge nîn.
ba, etwanîn le yek katda, serman bikeyn
be hêlaney şî’ir û note û,
yan be sinûqe fîşekîş.
ba, etwanîn destiman bikeyn, be cogele û
be desraze û, be birûske û be şimşêrîş.
em wişaneyş eteqênrên.
em fiłçaneyş ekirên be tîr.
bo? etwanîn le yek katda, pencekanman
pêşkeşî pyano û keman û gulle û guł keyn.
etwanîn gerûman bikeyn, be derbend û
dengiman bikeyn be řeşeba
etwanîn çawêkman bikeyn, be çirawgî naw eşkewt û
ewî tiryan be estêrey şanokanî hemû dinya!.