deryaçe

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  570 Dîtin
beřêwe bûyn
ew şewe tîrutwancî
zorman girte pîre zistan!
pêmanut to heta îsta
her be destî kiřêwey xot
be paç û pêmeřey «serma»t
çendîn goře befrî qułit bo hełkendûyn
le henawî bestełekta zorit naştûyn.
ew neyut: na!
beřêwe bûyn, ew şeweyan
ême le bahozî zistan tûřetir bûyn.
neman’ehêşt dem katewe:
pêmanut to xêrit nîye!
pêmanut to çareřeşî!
pêmanut to bedî, şûmî
to, to, to!
em careyan ew witî: na!
nîweşew bû, eçûyne ser serbazgeyek.
masîy endêşe û xeyałman
her le lay deryaçeke bû
«çonî lê deyn?! çonî bibřîn?!»
pêştir dû belemman hebû
bełam kuřanî «binî ’asKes»
legeł řezekey ewberda
ewanîşyan sûtandibû!.
beřêwe bûyn, masîy endêşe û xeyałman
her le lay deryaçeke bû
her ewîş taqe řêge bû
wextê geyştîne kenar
zistan simêłêkî bada û
zerdexeney tewsê girtî û
înca witî:
- le kiřêweşma xêr heye!
temaşa ken:
be deryaçem wit bîbestê û
bibê be řêgay sehoł û
bibê be meydanî şexte.
çonim pê wit, eweta bû.
de dey îsteyş fermûn bê tirs
yeke yeke
bipeřnewe û
bigene ew şwên mebeste!.