’ezîzim nûrî çawanim ḧebîbim

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  907 Dîtin
’ezîzim! nûrî çawanim! ḧebîbim!
sebûrî bexşî cananî şekîbim!
were řeḧmê be ḧałim ke ’ezîzim!
le yar zwîr û le mesken bê nesîbim
řehnidey destî kes nîm xot dezanî
fîrarî cewrî eẍyar û řeqîbim
dû şeş bo dawî negbet her le řêda
le bextî şeş der û yarî ’eqîbim
umêdî zîndegîm nawe be lawe
ke qatił bû be ceřřaḧ û tebîbim
’ecûlî û weḧşetî em wexte xom bûm
ke dîdet bû be ustad û edîbim
emey deyłêm eger îẍraqe hîcrîNasnava edebî
hîlakî destî «meyten qirimzî» bim