cejnêk

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  418 Dîtin
hewrî lay ême le hewrî
hîç asmanêkî tir naçê
ke da’ekat û ebarê
le çwar lawe awî çawanî edzirê.
xakî ême le hîç xakêkî tir naçê
xoy yek diłe û hemû řojê be çwar xacda da’ekutrê.
daykî ême le hîç daykêkî tir naçê
leyek satda sikî ew çwar car esûtê.
yek kesman çwar car ekujrê.
boye řojê le ahengî
em xwêneda
çwar cejin ekeyn be cejnê!