pirse

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  377 Dîtin
baranê mird
heta sê řoj
zewîy pirseyekî gewrey
le kêłgeyekda bo dana.
ewey ke lem pirseyeda
le hemuwan zortir girya û
hełqirçanî leberçaw bû
bałindey baxî gundêkî řagwêzraw bû.