desełat

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  380 Dîtin
kam kune derzîy bîroke
zor biçûke
be tarîkîş min etwanim
dezûy şî’ryan pêwe bikem.
kame xeyał êcgar lûse
min etwanim her be destî
řûtî řiste
bîgirim wekû em pênûse.
kam ḧutî derya gewreye,
min etwanim le perdaxê wişey piřda
cêy kemewe.
bełam ewey ne le diłma û ne le şî’ra
hergîz cêyan nabêtewe
diroy gewre
yan biçûke!