’ezîzim ba’îsî ’eyş û nîşatim

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1096 Dîtin
’ezîzim! ba’îsî ’eyş û nîşatim!
gułim! sermayekey jîn û ḧeyatim!
dezanî xo emin sewdazedey tom?
neçîrî ahûyî çawî syatim?
hemîşe min le kuncî derd û ẍemda
esîrî şerit û meḧbûsî wefatim
be sałî carê qurbanî deken ḧac
emin her dem be qurbanî wefatim
be cařûbî mujey çawim hemîşe
xerîkî mişt û małî xakî řatim
le şewq û zewqî ’alem bûme farẍ
ke hem zanûyî hîcranî û bełatim
le berçî wa le min azurde bûy to?
nîye řeḧimit be ḧałim lêw nebatim
eger kirdûme teqsîr û gunahê
hezaran tobe bê ta řoy mematim
be mergî to weha xeste û zebûnim
nemawe zeřřeyê sebir û subatim