bêşke

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  487 Dîtin
ke laşey sardî çwarçira
wekû hêşûy sermabirdû
le sêdare kiranewe
dar becê ma
hejaranî sabłaxCih birdyan
zistanîş bû neyansûtan
sermayşyan bû neyansûtan
lew darane, lew textane
çwar bêşkey sûryan dirust kird
lew řojewe heta emřo
ew lankane
her egeřên
em mał, ew mał
em dest ew dest
weryan egirin
ey nabînî hezaran qazî miḧemmedKes
leser lûtke westawin û
çek heł’ebiřn?!