senger

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  535 Dîtin
hawřêkem!
«tow»ê gwê nagrê le kêłge
eger sîney xoy nedatê
kêłgeş gwê nagrê le hewrê
boy nebarê.
hewrîş gwê nagrê le «ba»yek
neygêřêt û řaynejenê
«ba»yiş gwê nagrê le derbendê
givegvî newrûjênê
derbendîş gwê le şax nagrê
em la û ew lay qaym negrê!
hawřêkem!
şaxîş bo gwê le to bigrê
ger sengerî şehîdêkît pê lê nedrê!