çek

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  574 Dîtin
bo ewey şax diłî xoş bê
dirextekan be «ba»yan wit:
wekû şimşał byanjenê.
bo ewey bax weřs nebê
mel be çem û řûbarî wit
şepol des girê û pêkenê.
heta şî’rîş azad bifřê
xak be çekî pêşmergey wit
giř lem şewgare berbida û
le baweşî xorda bimrê!