kullî ’alem wa bûn ser geştewu ḧeyranî ’îşq

Li pirtûka:
Dîwanî Kurdî
Berhema:
Kurdî (1809-1850)
 1 Xulek  1227 Dîtin
kullî ’alem wa bûn ser geştewu ḧeyranî ’îşq
hîç kesê nazanê eḧwałî ser û samanî ’îşq
bade peymananî îdrak û kemałî ’arfan
leng û ’aciz bûn le řê tey kirdinî meydanî ’îşq
gerçî ẍewwasanî fîkiret ẍewtewer bûn muddetê
qet nebûn waqif le qe’rî beḧrî bê payanî ’îşq
samrî û seḧban û cařułławu luqman û setîḧ
muxbîrî kullî ’ulûmê bûn û sergerdanî ’îşq
ḧafiz û se’dî û nîzamî û qeys û camî û dehlewî
feyzixah û me’rîfet co bûn le şagirdanî ’îşq
xusrew û meḧmûd û ferhad her sê şa û şazade bûn
axrî bûşin be bende û çakeyî sułtanî ’îşq
şems û mewlana û mensûr key be siř meḧrem debûn?
ta neyanxiwardaye řêzenanî sifrey xanî ’îşq
zahîda! xwêndûte tefsîrî lîklîّ wecْheةErebî
qet mede te’ne le mestî û bêxudî řendanî ’îşq
multecî nabim be kes kurdîNasnava edebî le dunya û axîret
řojî dîwanî xuda destî min û damanî ’îşq