xak

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  1015 Dîtin
destim bird bo çiłî darê
letaw azar liq daçłekî
ke destim bird bo liqeke
nawqedî dar
kewte hawar
ke baweşim kird be qedda
xak lerîyewe lejêr pêmda
berd nałandî.
em careyan ke danewîm
xołim hełgirt
gişt kurdistan zirîkanî.