mang û zerya

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  901 Dîtin
zûtir, zûtir
em «mang»e na
mangêkî tir hebû, cwantir
demuçawî êcgar geştir
aw şêtî bû, aw şeyday bû
hemû şewê le kenarda
ehat, eçû betemay bû!
bełam mang lew lûtela bû
zerya wîstî be fêł bîgrê.
şepol herçend xoy hełbiřî
demî negeyşte řûmetî.
mang be enqest nazî ekird
bo çawşarkê lejêr çuxmekanî hewra
xoy win ekird!
heta carê be seferê
mang koçî kird bo byaban
ta çend şewê nehatewe
ke hatewe, teputoz û xołî qaqir
le demuçawî nîştibû
tirîfey qijî xoławîy
poşakî zîwînî berî
gerd lê nîştû.
ew katey mang geřayewe
aw nûstibû.
mang biřyarî da xoy bişwa
be pele pel
cilekanî berî dakend
řuwew zerya hengawî na
şiłeja bû
mang pêy leser berdê dana
berd zor lûs bû
şiłpeyek hat
mang xilîska
mang nuqim bû.
zerya wek şêt û har hesta
bo mang geřa
serî kird û xwarî kird û
destî benaw binya gêřa
her çuwe ser
her hate xwar
mang her nebû
lew şewewe hełçûn û daçûnî zerya
ledayk bû!