mişar

Li pirtûka:
Awêne Biçkolekan
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  591 Dîtin
mişarêk, dû
deskî hebû
dû darkenî małî îmam
destyan daye û
kewtine wêzey pîredarê
wextê dirext
belada hat
be dem řêwe
leser mişar kirdyane şeř!
her be pêwe
em deskêkî û ew deskêkî
řa’ekêşa
heta nawqedî yektiryan
pê biřêwe.