dwa wişe
Li pirtûka:
            Awêne Biçkolekan
        Berhema:
                Şêrko Bêkes (1940-2013)
        
             1 Xulek
             1675 Dîtin
        
        
    
                eger «ba» şiney henasekanî
le singî biřî û
demuçawî xoy
le řêbwaranî dinya şardewe!
eger «aw» çawî şepolî lêk na û
le nîwey řêda
mandû bû, westa û
berew serçawey dîsan hatewe.
eger «bałinde»
bałî kilîl kird
wîstî fiřînî wek dezû leser
denûk û milî hełbikatewe
eger dirextê
zemînî cêhêşt.
eger baranîş
ew biřyarey da
le werzî xoyda danekatewe,
biřyar bê minîş
serî wişey xom hełbikenim û
nehêłim şî’irim dem bikatewe!
			
            
        le singî biřî û
demuçawî xoy
le řêbwaranî dinya şardewe!
eger «aw» çawî şepolî lêk na û
le nîwey řêda
mandû bû, westa û
berew serçawey dîsan hatewe.
eger «bałinde»
bałî kilîl kird
wîstî fiřînî wek dezû leser
denûk û milî hełbikatewe
eger dirextê
zemînî cêhêşt.
eger baranîş
ew biřyarey da
le werzî xoyda danekatewe,
biřyar bê minîş
serî wişey xom hełbikenim û
nehêłim şî’irim dem bikatewe!