jehir

Li pirtûka:
Tem Tûman
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 11 Xulek  839 Dîtin
1
berew kwê řew eka û berew kwê mil enê?
karwanî em girye û kotełe?!
em koste le kwêda tirûşke ekat û
le kwêda ser enê be serî werzêkî tirewe
em kiłpe û dûkełe?!
marit waye! mangêke ferhad kuj!
mangêke le çałî serřêjî «sî û yekey»
řojgar û şewgarî sîneyda
zûxawî her hemû sałekey têdaye!
- dû çawî bayeqûş
le çawî pencerey em mange natrûkê!
- ey pepûy hełnîştûy
ser bextî kotere û sutmakim hełfiře
hełfiře û hîç nebê bo satê kawlaşî
em leşe zûxałem cê bêłe!
- mangî şûm: hêlaney darî ziř wiłatî û
heway kwêr hawdemî û
xołemêş berubûm.
mangî şûm.
mangî şûm.
mangî şûm.
* * *
seretay hetaw bû, seretay pêkenîn
beyanî destî xoy wek daykim
daye dest birînim!
seretay gizing bû, seretay pişkutin
kêwekan le qij û le řîşî «mewlewîKes»
tacêkyan bo çinîm, kirdime ser birînim.
bûkênîy behar bû
bûkênîy goranî
bûkênîy hemû şit
ewende û le piřda, girmeyek, dûkełê.
ewende û bonêk û kip bûnê.
ewende û hemû şit bûn be berd.
ewende û xwa lał bû.
ewende û mêjûyek lar bowe û leser dem
kewte ser zemînî şehîdim!
- ewêrî leberdem em termî «xezałKes»y xoreda
bwestî û seyrî keyt?!
çawî toyş wek çawî «kake lasKes» nameyê?
ewêrî leberdem em termî şareda
bwestî û seyrî keyt?!
wekû ew řeq nabê bałay toyş?!
ewêrî temaşay mêjû keyt
kewtibê û çawî zeq? ewêrî?
zat ekeyt biçîte kîşwerî mergewe?
zat ekeyt baweşî pêda keyt?
- elerzim, elerzim, elerzim!
nawêrim biřwanme ew nûre şehîdey
ke leser tewêłî «mewlewî» kewtuwe û
dû çawî koçêkî bêwadem tê ebřê!
elerzim, elerzim!
min bûmelerzey xak girtûmî û
wekû ḧał, ’eşqî ew emgirê!
* * *
em hemû kostane le kwêda dabnêm?
giłołey em hemû janane le çîda hełgirim?
em zengî zirîke û qîjane berme kwê?
piłpiłey em hemû firmêske?
gerdaney em hemû henîske
be çîda hełwasim?
min be çî bestekî em hemû janane şetek dem?
cantay şax sîxnaxe!
buxçey herd naygirê!
piryaskey pê deştîş şîtałe!
le kwêda dayannêm? seyr ke:
em hemû barane kujrawe
em hemû şepole xinkawe
em hemû estêre pijawe
le kwêda binêjim?
çi xwayek dest dênê û em sere biřrawem hełgirê û
bîxate koşyewe û, řeg be řeg,
xwên be xwên, jê be jê bîdwênê?!
- dêwekan em careyş xorêkî daykimyan lebar bird!
dêwekan em care le fiřgey her hemû dinyawe
le fiřgey newtewe, le fiřgey singimewe
fiřîn û hatin û baranî
dozexyan be serda baranim.
hatin û ta’ûnî hewayan berdaye asmanim.
henasey sînemyan kilîl da
be jehir swaẍyan da.
dêwekan!
dêwekan!
dêwekan!
- ta hewa nebûbû be kêłgey jehrawîy asmanim.
heta ew neçûbuwe henasey pêdeşt û çyawe.
hetakû dêwekan asmanî kîmyay
xoyanyan řanegwast bo ser min,
henasey xinkawmyan nedabû be beẍdaCih
ta serî xoyanyan bo nekird be karge.
tifengî take bał, sengerî be pêwe westawim
azayîy em xwêne bêkesem
hemû řoj lew çya û dołeda
wek çeqeł mirdinyan řaw’ena!
- ke zemîn ekujrê!
ke asman ekujrê!
- ełêy çî? ey ’eşqî sergerdan,
ełêy çî?! çon zewîy ekujrê?
sikuzay asman çon le bûnî pirşing û
estêrey tazetir ekewê?
bayeqûş! mangî şûm!
tirsî to
le teme gumanî berçawta
lêłupêł wêneyan ekêşê
awřê berewe:
eweta dway jehrîş tak take
simorey serdaran dênewe û
leberda, xemî tir epşikiwê!
2
gořistanî em mêjuwe
daristanî berdekêlî, bêşey firmêsk û henasey
qet emende çiř nebuwe.
be dirêjayîy azar û be panayîy derbederî û
be estûrîy çewsanewe û be qułayîy na’umêdî
qet ewende em nexşeye
em sîma peragendeye
çawî kiz û cestey awa siř nebuwe.
em melane
qet ewende
bałî asmanyan nekirawe.
em espane
qet ewende kuřjinyan zîndan nekirawe.
em berdane
qet ewende
pêy neyaryan pya nenrawe.
řê nebû. pird nebû. des nebû. kun nebû.
ne firîşte û ne perî û ne ahuramizda û
ne xwakanî kon û taze, hîçyan nebûn
her xom û xom
xom û dar û xom berd û
xom û jan û xoşewîstîm.
- ebwaye her şîrî lûtkem
le kêlanî em zamane hełkêşaye.
berdim witî:
min namewê be çîçkanewe wirdim ken.
awim eyut:
min namewê be nûstûyî serim bibiřn.
bałdarekanim eyanut:
namanewê be hełkuřmawîy řawman ken.
çekekanîşim eyanut:
êmeyş namanewê serberewxiwar bijîn.
- em çîroke:
ber le zawzêkirdinî jehir
ber le dił têkełhatnî hewr û asman
ber le bonkirdinî çya
ber lewey ke:
kifnidizanî «mewlewî»
minare kurtebałakan
zołe gulle
be mirdûyî baznî dest û mustîley
«’enber xatûnKes» dabkenin.
be mirdûyî niqêmî çawî hełebceCih derbihênin,
be mirdûyî laqey mangî kujraw biken!
ew çîroke xwênawxiwên egêřrayewe
ew dastane jan be jan enûsrayewe.
* * *
xwên şayetme, aw şayetme, nan şayetme
sengerekem lepêş xomda şehîd ebû
řamne’ekird.
tifengekem, metarekem lepêş xomda
le tînotîda exnikan.
řamne’ekird.
nanewrdey bin gîrfanim lepêş xomda
le birsana emirdin û řamne’ekird.
* * *
qîmekêşî ser em leşe her ke zanî
min xerîkim ew kul ekem!
sêdarekem, katê zanî
min xerîkim eyxinkênim!
pêwendekem katê zanî min xerîkim
pêwendî kem!
zîndanekem, wextê zanî min xerîkim
ew ḧepis kem!
celladekem wextê zanî:
zam ledway zam
senger ledway senger wekû:
laskî lawlaw xêra xêra bała ekem.
diłop diłop wekû têzab da’edem û kunî ekem.
bûm be giř û bist ledway bist
benaw leşya etenmewe.
wextê zanî:
şeqam şeqam, kołan kołan û mał be mał
bûm be giłop
bûm be çetir û, bûm be genim û
bûm be bêşke û
şîrî mindał
ewsa îtir heway jehrawîy qerz kird
le ’embarî dêwekanda
asmanî pêş çil sałêkî
«hêroşîmaCih»y kiřî û, bar kird
nefes, nefes
leser serim
berełłay kird.
xezanî berd
xezanî aw
xezanî gyan, destyan pêkird!
* * *
eme sereta û kotayîy mêjûyekî tirî şax bû
eme dozexêkî dîkey
’eşqî şîrînKes û ferhadKes bû.
eme pendî werçerxanewey řûbar bû
carêkî tir bo serçawe
eme pendî geřanewey hezaran hengawî dwê bû
bo seretay řêyekî tir
eme pendî kujanewey agirê bû
bo dîsan hełgîrsanewey
zor agir û meşxełî tir.
- ey to çît kird?!
- eger hemû xwawendekan
be xoyan û bawboran û xoryanewe
be espî bałdaryanewe
le beyanîy ew řojeda
le «şêx wesanCihan» bûnaye
çon zoranyan legeł heway zerda egirt?
çon baweşyan be nawqedî jehra ekird?!
- eger hemû pêẍemberan
pêşmergey ême bûnaye
le beyanîy ew řojeda
le «hełebce» û «gelî bazêCih»da bûnaye,
çyan ekird?
- witman: kirim. witman: kulle. witman: çeqeł!
- qedî em dargiwêze pîrey xakim
liqupelî, gełay çiřî
bebê kirim û pwaz ebin?!
em deẍił û danî mêjuwe
deştî em leşe tînuwe
bergî berî em şaxane
çon bê kulle û bê morane û xore ebin!
gwê çemî em şořşe dûrudrêje
kelawey em azare dařûxawane
qamîşełanî em hemû karesate
çon bê çeqeł, çon bê pepû
çon bê marumêrû ebin!
ew kirme hawwiłatîyane
ew kulle hawzimanane
ew çeqełe hawřegez û hawxiwênane!
le darî tirî dinyada
le deẍłî mêjûy dinyada
le çemî xwênî dinyada
be jimare
le kirmî dargiwêzekey min
le kulley deẍłî mêjûy min
le çeqełî nawçemî min
zyatir bûbin, kemtir nebûn.
* * *
ger gîrfanî newtit heye.
ger gîrfanî gazit heye.
ba circ bî
ba mişk bî
ba kirim bî
wek sabrêne şêxekanî dûrgey ’ereb
etwanî simêłî şêrî hemû dinya bo xot bikřî
ger gîrfanî newtit heye
ger gîrfanî gazit heye
lecêy xotewe etwanî dest berît û
leser ałay řojawawe
estêre dagrî û bîkřî.
xot neçît û be telefon
lenaw serî řojhełatda
çend jûrit wîst, be kirêy bigrî.
ger gîrfanî newtit heye
ger gîrfanî gazit heye
etwanî quřgî «maw» bikřî
pêkenînî «kastiro» bikřî
dest û pencey «mîtran» bikřî
herdû memkî «tatşer» bikřî!
* * *
ewînî ême û serbestî
serî ême û em berdane
nêwan ême û em janane
peywendîman legeł hewra
xozgeman legeł barana
hatuçoman legeł hemû azarêkî nêw cîhana
le zuwewe kewtûne řê
le zuwewe em mêjuwe řa’ehênîn.
le zuwewe singî ême û serî sungî yek enasîn.
gulletop û kasey serman
petî sêdare û gerdinman yek enasin.
le mîkî bîst û yekewe, zor beriztir
şehîdanman, ḧezyan be fiřînî gyanî
berew azadîy kirduwe.
le bombay fisfořîyewe
em estêrey birînane
berdewam edrewşênewe.
le bombay «’inqudî»yewe
em xake her hêşû, hêşû şehîd egrê.
le bombay «napałim»ewe, em ’eşqe
her qûłim eka û awî tazem lê derdênê.
* * *
em zemîne bałonêke lay dêwe sîḧirbazekan.
byanewê fû ekene deştekanî û ey’awsênin.
neyanewê kêwanî fiş ekenewe!
byanewê demamkê ekene ser gwêdrêjê û
eyken be esp
neyanewê espê eken be gwêdrêj.
byanewê tif ekene cogey wişk û
eyken be zê.
neyanewê řûbarîş wişk ekenewe
hitid, hitid, hitid.
em zemîne bałonêke lay dêwe sîḧirbazekan
em dêwane
gîrfanyan qîblenmaye
qîblenma egeřên û wer’eçerxên
le her kwê bin řû ekene qîbley xoyan
řû ekene banq û bazař
çaw ebřine çawî zêř û
des ekene milî dînar
qîblenma řûy le kwê bê, dad lewêye
maf lewêye, çarenûsî ’erd û asman
her lewêye!
ba ew dade leser kursîy êskî mêjûm danîştibê.
ba ew mafe be řimî xoy kellesermî hełgirtibê.
ba ew banqe serçawekey xwênî min bê.
ew bazaře çawî min û pencey min û
henasemî tya bifroşrê.
ew mezateyş şax û behar û baran û
hetawmî tya mezat kirê!
- çaweřwanî dabezînî kam xwawend û
hełkirdinî kam ziryanî jehirkujî
efsane bîn?!
çaweřwanî mucîzey kam firîşte bîn?!
pałkewîn û çaweřwanî
kifin û goř û daremeytî
aynde keyn?
lenaw eşkewtî giryanda be dyar termî
xomanewe hełtiruşkêyn?!
bo kwê biřoyn?!
- serman, serman, serman, serman!
ebê em sere genîwe, le xoman dûr bixeynewe
bîgořîn û serêkî nwêy le cê danêyn.
ebê xêra
em qorîye řizîwey serman fiřê bideyn
çîtir kełkî bekarhênanî nemawe.
a’em kałeke tepîwe
ebê heta destiman egat tûřî hełdeyn
çîtir sûdî tya nemawe.
ebê em sere, em giłope sûtawe dagrîn û
way fiřê deyn, le dwayda
wirdeşûşekanî neçin bepêy mindałekanmanda!
ebê em sere bigořîn
ebê her xoyşiman bîgořîn.
serêkî nwêy le cê danêyn.
serêkî pak, řû le hetaw,
hezar pencerey têda bê.
serê hemû kanî û zerya û dirextêkî
kurdistan û em cîhaney lenawda bê.
serê wekû ḧewzêkî řûn
ba hezaran core masîy
řengawřengî lenawda bê.
serê hemû momêkî tya dagîrsênîn.
serê hemû gułêkî têda biřwênîn.
serê tenha neykeyn be meşcebî tifeng
be tawsî lexobayî.
serman, serman, serman, serman
ebê em sere bigořîn, serêkî nwêy le cê danêyn.