agir

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  579 Dîtin
zistan le gyanełada bû
le dwa pêxefî êwarey naw furata řakşabû.
ke tarîk bû, leber dergay małeweda
«mîro» agirêkî kirdewe
bîst sîy postał
çûne serî û
dûkełêkyan bo hêştinewe!.
mîro hesta û agirî birde naw ḧewşewe
dû sê borîy milhuř milhuř
demyan berdaye ser ḧewşe û
agirekeyan kujandewe.
mîro agirî birde serban
le xwarewe
sed xakenaz qołyan hełkird
xołyan hełdaye serewe û
agirekeyan kujandewe.
mîro agirî birde jûrê, kunî jûrê
sed paç zyatir
yes, yem, yes, yem!
dewrî geřek û małyan girt
mîroy masîy be toř gîraw
be qij kêşyan kirde derê
yes, yem, yes, yem
sed paç zyatir bo serewe
jûryan řûxan
małyan řûxan
agirekeyan kujandewe.
sê zistanî tir mirdin û mîro mabû
zîndan giřî ’eşqî mîroy
pê kip û xefe nekirabû.
em careyan mîro agirî
birde xwênî
şar û şaroçke û gundewe
agirî birde jûrî diłî
zor xecKes û syamendKesewe.
le berdemî ejdehakda
diłî mîroyan derhêna!
bełam agir em keřete wa kewtewe:
postał sûta û
aw esûta û
xoł esûta û
paç esûta
ew her řêgey le berdemî
çekuşêkî zor gewreda, ekirdewe!