teqînewe

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 11 Xulek  1356 Dîtin
ewe, çirke çirkî se’atî xwênî çałmey
kame gundî serbiřrawe, egate gwêm?!
ewe, zirîkey kam daristanî bêwejne û
qîjey kam kiçe şepolî řawnirawe
lew dîw çeperî temewe
egene gwêm?!
ewe heniskî kam kanî û pelkegyaye?!
ewe gimegmî kotrî diłî dayke
yan şeqeşeqî pencerey kam azarî
řû le baye
yaxu nûzey gułe genmêkî xake
egate gwêm?!
bem kazîwey beyanîye
hîç pełe hewrê mirduwe?! heta minîş zerd hełgeřêm
hîç baxê cwanemerg buwe?! heta minîş hełbiwerêm
hîç şî’rê giřî girtuwe?! heta minîş hełbiqirçêm
bem kazîwey beyanîye
ke xêr û şeř
wek dû espî řeş û sipî
hêşta le mêxî tarîkî nekirawnewe,
bernedrawin
kêye egrî?!
be şimşałî kam birîne
em direxte qijnane wekû derwêş
azarî gyan řa’ejenin?!
le kenarî firmêskawî kam asowe
xem heł’efřê?!
le şeqamî çołuhołî kam şarewe?!
le pencerey řeng pemeyî kam małewe
şehîd ebê be řeşeba û
deng heł’ebřê?!
bem kazîwey beyanîye
nînok û çingî kam baze
wekû ełmas şûşey bejnim ebřêtewe?
tûtřikî kam dengubase
řûmetî xewî narincîm eřûşênê?
bem kazîwey beyanîye
kam hewałî darewane
çote ser liqî gêlasî leşî sûrim û
denk denk, emwerênê?
* * *
asman witî:
ewe zewîye wa ezê.
zemîn witî:
ewe şaxe ełêy mayînî awse û
jan be cwanûy şořşewe egrê.
şořş witî:
ewe xake eḧîlênê.
ewe awe eqîjênê.
ewe şeqame wek destim ebziwêt û
wekû serim egirmênê.
ewe xeme newtawîyekey naw kerkûkCihe
bote şapłîtey pêşmerge û
- şare řiqî - tîpekanim ewrûjênê.
şaxe û ezê û bêşey ebê.
xwêne û ezê û mêjûy ebê.
hemû sałê lem werzeda
lem kazîwey beyaneda
bûmelerzey babeguřguř
kuřî wekû «mame řîşeKes» û «daraKes»y ebê
hemû sałê lem werzeda
lem kazîwey beyaneda
-řeḧîmawa û îmam qasim
dû zaway kewa û sełte leberî řeştałen û
cirîdbazî û ełławeysî û qetaryane û
be dem qirîwey xwênewe
bûkyan ewê!
* * *
hatim bo lat cogeyek bûm, şwênit kewtim
lam da û xom da be dem řûbartewe
řûbar kirdimye qełbeze û
qełbeze kirdimye tavge û
le çawtewe řijame naw henawtewe
lew sakewe bejnî şî’irim
be qed tavgekey «bê xał» kełegete.
lew sakewe ke biřbiřey piştî şî’irim
buwe be şax
qełemim bote pêşmerge
min û çyay asnigeran
asnîn û desman çek û
çekman dese.
* * *
hatim bo lat wek pasarî, wekû nalî
’aşiqêkî řûtełe bûm
tenya bûm û tenya nebûm
ewey pêm bû, ewey hênam
hendê goranîy ser şanoy dem bestiraw û
hendê gułdanî naw hołî bê hetaw û
hendê şî’rî boynbaxî řeş le mil û
şeqamî ’eynek le çaw bû.
lew řojewe geyştime lat
şî’irim wekû şaxî bałat
wek çawî çekî ser lûtke
berz eřwanê
goranîm şahoy kosarte û
piř be gerûy derbend, gelît
şeqjinêtî û eçrîkênê
nek gułdanê
herçî deştite
herçî herdite
herçî dołte, gułdanmin
çawî tîjî hełokanit
îste çawmin.
lew řojewe geyştime lat
gułemêlaqeye şî’ir û
giznigî demew beyanîş
wênekêşêkî qij zerde û
be fiłçey xor
ser singî espim sûr ekat.
* * *
’aşiqêkî řutełe bûm tenya bûm û tenya nebûm
erxewanim, be řêgawem
kitêbxanem, be řêgawem
be řêgawem wekû gułcařî ser tiropik, tewêłim sûr.
le eşkenceda pişkûtûm
lay butił û panke û kêbił û
utûy karebawe hatûm!.
pełepełey
leşî şîn û leşî morî řeng kirawim
cacmî małe řewende
nîgarî gułî sêgoşe û
nîgarî gułî çwar goşey
beře konî małe kurde
min îstake:
bem birîne şînanewe
bem birîne moranewe
le dar şatûy tekênrawî la řê eçim.
be řêgawem: daristanî şîr û şimşêr
deştî derzî, girdî pişko, gomî agir
îstigekanî řêwbanim bûn
min çîm hebû
çîm pê nebû
be tenha her
xoşewîstît twêşûy pişt û
xoşewîstît gurzî dest û
xoşewîstît bo tenganey hełkiřûzaw,
tałe mokey gîrfanim bû.
kałe û pêtaw: çermî řiqî cîř û tûřey
hengawim bû.
bere jan, mindał ehênê.
hewrî tał, baran ehênê.
řêy nehatîş, hat ehênê.
be řêgawem řêgey nehat řêy gerdelûl
řêy ba û boran řêy diłdare.
be řêgawem yałî espî xwên têweçûm
nawnîşanme û birîqey dê
nawnîşanme û eşnêtewe û
beřêwem û germey ẍare.
* * *
hatim bo lat ’eşq serî koçkirdinî pê hełgirtim
herwekû çon ’eşqî germyan û kwêstan
ser be bałinde heł’egirin.
lêjayîy xak, be şepol û
ẍar be esp û
«ba» be hewr û
nan be birsî û
guław be heng
serî şeydabûn heł’egirin.
hatim bo lat ’eşq serî koçkirdinî pê hełgirtim
dûřyanî merg û jîn bû
hatim û qełay mêrdanî şewêkî tûş
kiřêwey mergî sipî bû
tofî werzî pêncemîn bû
bařêzey kêwîy ewîn bû
berd kewtibuwe dane çoqe û
kêw pencey pê û
ba destekanî tezîbû.
tofî werzî serbestî bû.
xak dayk bû be kołewjî sutmakî destekanî, pirçî sipî eřnyewe.
şar û şaroçke û dêhatim wek
awêney gewre û biçûk
le diłma wirduxaş ekiran.
pîredar û newnemam bûn le řegewe
be řîşałî naw xwênmewe heł’ekêşran.
kołan û şeqam mar bûn û
le gerdinmewe e’ałan. qef qef qef qef
têm e’ałan. be piştênekey piştî xom le qaçewe, le baskewe, le milewe
şî’rekanim heł’ewasran. beẍday mişar,
beẍday tewrî «ebugbireErebî»
řojê nebû, şewê nebû, satê nebû, darçinarî wişeyekim
perasûyekî zimanim
nêrgeyekî kone mêjûm, taze mêjûm,
kiřkiř kiřkiř, nebřêtewe
«bedre û cesan» dû askî çaw xewałûy mêrgekanî pêdeştim bûn.
çîyan lêhat?!
bo kam jemî mîwanêkî şazade bû?!
bo qawełtîkam cenerał, kam paşa bû
serbiřran û kewł kiran?
«kifrî»m kotrî peř le pêy bawe şaswar,
bû be parûy nermeqûtî waşey beẍdaCih.
şengar, xaneqîn, şêxanim
henarî mizir û mêxoş bûn.
lîmoy tirş û lalengî bûn.
memkî piřteqałîy şem bûn.
yek ledway yek bo şerbetî berdem sułtan,
heta tiłpey xwênîmin û sawaymin û xakyan tya bû
guşran, guşran, guşran
hatim bo lat. hatunehat dûřyan bû
hatim û qełay mêrdanî şewêkî tûş
řêy nehatî kuřî ziryan û befirim bû
toyş perî xanî gîrxiwardûy
qulley qaf û wiłatî dêw û dirinc bûy
řengit nebû, min her zirîkem ebîstî
dełedêwî girdî řeşim bo ekuştî
be ser awî şîn û zerd û sûr û morda
yek ledway yek
eřoştim û pirdî ’eşqim bo ebestî.
* * *
hatim bo lat le yek wexta werzî řapeřînî xak û
ciman û hełsanî şî’ir û teqînewey kanyaw û
şořşî befir û baran bû
le yek katda werzî tûřebûnî kêłge û
hełpijanewey qełem û gêjełûkey xwênî cade û
pengxiwardnewey azîzan bû.
le yek demda pêkdadanî zam û çeqo û
qurbanî û pet û sêdare û bendîxane û tîşkî xor bû
dû dû werzî zoranbazî
nêwan mezde û ehremen bû!
řeş û sipî
tarîk û řûn
pêşmerge û caş
şî’rî merd û şî’rî namerd, çing nane çing, pêkdadan bû
bo şî’rî merd, wekû îste û wekû dwênê
kêrd leser mil pasewan bû.
sułtanî koşk dest be şimşêrî zêřîn bû
le kejawey awrîşmînda
lenaw hołî awênebendî nigînda
şî’rî xesawî lêw kutraw, dewryan egirt
cadûger bûn, sîḧirbaz bûn leber demya
ardî şî’ryan ekird be kotrî teqlebaz
kotryan ekird be kerwêşk û
kerwêşkyan bo ekird be baz.
le paytextî şî’rî qutûy be’syanda
meger degmen takutera
kam şa’îr ma, etkî dîwanî xoy neka!
kam şa’îr ma, kiçî şî’rî merbedî xoy
le yekaney em řijême mare neka!
kam şa’îr ma, le tenekey ew şî’rane
qe’deyek bo mindał û newey sułtan
dirust neka!.
ey xezałî wişey sipî, wişey řûsûr!
dûřyan bû, dûřyanî hełgîrsan û kujanewe
hatim bo lat.
ey xezałKesy şî’rî ser liq neçemawe
ey şî’rî toř!
ewe minim, ewe «lasKes»y dêwanete
temaşam ke
le řeşebay ew řojeda
nek her destim be kiławî qełemmewe negirt
nek her dengim qumatey naw jûrî tirsî
çend şî’rêkî dûdił nekird
nek her nebûm be şa’îrê
wek simorey kiloredar simêł lerzîw.
biçme kun û sił kemewe le sêber û
le tirpey pê û kokey řêbwar.
nek her nebûm
be sitûnî ser cadeyek.
yan be sinûqî posteyek.
yan be kursîy çayxaneyek.
ne’! diřim da be zemanî qeme û sungî
hatim û yexey řeşebay şewgarî tûşim bo girtî
hatim û gulley giřdar bû wişey yaxîm
çiraxanî naw keşkołî
şî’rî sûrim bo hełkirdî.
wekû şepqey yasay diroy em řijême
wek bêrîyey em řijême
wek barokey sere keçeł û geřekey
otonomîy em řijême
qełem kiławî her tûř da.
dengim berda. deng haje bû. deng give bû
dengidanewem bû be dengî
ser şeqam û
naw bazař û
naw eşkewt û
gewey çya.
* * *
îste werzî zeng lêdanî şî’rî merde.
wextî xiroşanî pûre gulle û
pûre wişey şar û herde.
îste serdemî coşdanî kûrey xwên û kwanûy leşe.
werzî gopałe barane. werzî řûbeřû bûnewey
çawî ême û çawî geşî şehîdane.
werzî narincokî şî’ir û
teqînewey dînamêtî ḧerfî ferheng û zimane.
ey xezałî kiras û kewa xwênawî
qij hełkenraw!
lem zemane bê’areda
lem zemane bêbneda
le serdemî em teter û em berber û fîr’ewneda
le serdemî serbiřînî
nan û guł û kanî û saway
kurdistanî ser selîb û qenareda
lem weyşûmey cîhaneda
eger şî’ir wek řeşebay silêmanîCih tîj hełneka, şî’ir nîye.
şî’ir nebê be «daban» û be «zînane», şî’ir nîye.
şî’ir nebê be ar. bî. cî û be mefrezey ḧerf û wişe û
neçête ser mołgekanî caş qełem û
ser řebayey şî’rî sułtan, şî’ir nîye.
em wiłatî xołemêşe
em nîştimanî azare
«mameřîşeKes»y şî’rî ewê
necoy çîrok û sułtanî şanoname û
«kaban»y goranîy ewê.
şara û xermanî zimanim wa giř eyxiwa
şî’rî ber mangeşew çêka?!
xanzadî dayk
xanzadî yar
xecî ladê
şîrînî şar
leser dabî qadsyeyey em şeweda
bûn be doşekî îsfencî jêr qe’qa’ û
peştemał û xawlî ḧemam
pałewanî çîrok çêka?!
şano sûta ekter çêka?! cûłe kujra
derhênerî şano çêka?!
dûřyane û nabê be sê
ke awyan kuşt masîy şî’ir bo kwê eçê?!
ke daristan agirî girt, darî bêlayen kameye
ta nesûtê?!
dûřyane û nabê be sê.
wekû pêşmerge îstake wextî şehîd bûnî şî’re
boçî bałay kame şî’ir
boçî nîgay kame şî’ir
le bałay ew şehîdane
sewztir û beriztir û yan cwantire?!
wekû xa’în îste wextî kuştinî şî’rî xa’îne.
be řêgawem, îste heřetî coşdanî xak û xołe
xwên řabere
bûmelerzey berejanî qendîlêkî tazetre
be řêgawem, şî’ir lêre bote çya û
îstake nawî «kořenge» û
wişe be wişem sengere
ey xezałî wişey řûsûr
ger şî’ir bo to nesûtê
boçî şî’re?!