beyan

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 15 Xulek  1592 Dîtin
gundêk heye
řûtełeye.
kotrî sipîy demuçawî
bałkirawî jêr peçeye.
le dûrewe
ełêy xałêkî biçûke be lamlî
merîwanî başûrewe.
zor demêke lem gundeda
her birsêtîy cênîşteye
aw tînwêtî û
«ba» henasey kispekere û
řêbwarêkî be peleye
bo bałinde hejarekan:
xem be tenha tya şîn ebê
eger gułêkî tya biřwê
ewîş lêwî bê xendeye.
wekû xanuwe tenekekan
wekû dûkanî ser kołan
wekû kołkêşî naw sineCih
lenaw apûrey êranCihda
le jawejawî jyanda
em gunde pişt çemaweyeş
nawnîşan û cêgey wine.
* * *
lem gundeda pêş çend sałê
kîjê hebû
wek hermê kêwîle wa bû
wek karjołey qaç quřawî
heł’ebezî û da’ebezî.
qijî etut řêḧaneye
leş sipîwsoł wek mirawî
çawî wekû tirê řeşke
bonxoş wekû pungey gwê aw
sirk, sirk
wekû ask.
bełam lenaw xełûzanî hizra
wek qutîlkey řeş dageřaw
azarî bû pirtepirtiker
şew ta beyanî esûta.
mořey xencer
tîley çawî be ẍezebî
bawik, bira, xizim, aşna
hemû řojê em gułeyan ejakan û
wekû kerwêşkî tirsawî derkî lane
nawe nawe ser derhêner
eyankirdewe be kunda.
* * *
em kîjeman wekû çawî
bîrî zît bû.
gişt şewgarê
lejêr lêfey kunkunewe
be qed jimarey estêrey
şewî hawînanî naw dê
hengî pirsyar lenaw serya
ewrûjan û
ta berbeyan
neyan’ehêşt çaw lêk binê!
em bo ejî? ew bo emrê?
řenc bo exurê?
em bo dîle? çon řapeřê?
boçî jin û manga zerde
boçî em û mamre kunc
le małewe, lay pyawî dê
řêzyan wek yek lê egîrê?
* * *
îste êran
wekû cibey axûndekan, řeş enwênê
taranCih paytextî sêdare û
mizgewtêkî gewrey merge.
qîřey melay qeleřeşke
leser minarey hezar sał pêş êstawe
bang bo tarîkîy edat û
le mîḧrabî ber qaçîşda xwênî azadîy řijawe.
pencerey ber hetawî bîr
kiławřojney hemû tîşkê
be řîşî topzîy axûn, axnirawe.
îste êranî axûnde
papořêke û piř le tawan
xwên barkirdû
řûy kirdote qîbley cadû
bayewanî em papoře kete û zile
çarokey ’eba û mêzere.
îste êran be qed hemû
denke tezbîḧêkî dest û nizay mela
be qed jimarey dem wîrdî nawî «alleErebî»
le řojêkda
leser tateşorî ceng û
le tabûtî şar û gunda
ke çawî pirse egêřê
hênde xuşkî
hênde daykî
hênde řołey serbiřrawî
xoy ejmêrê!
* * *
eweta wa îste herdû
kełegay şeř
kełegay ser kurdistanim
kełegay ser deẍił û danî hejaranim.
lenaw perjînî kotanî
be çeqo dewr gîrawda
le bazney daxrawî bê řêgada
şax xwênawî
pişt xwênawî
řim le qepirẍe hełçiqeqaw
yektir dênin yektir deben
limoz şikaw.
eweta wa cergî pareparey gelim
ełêy bêjnigî ber xore
çořey xwênim
çořawgeye û
dinya şoře!.
* * *
milî azadî û milî şax wekû yekin
qet keç nabin
hawřêkem!
em êrane kełegete qaç şikawe
hate lam û lay minewe bo yekem car
peyjem bo kird
ta serkewête serbanî
ew zamaney
be ser ḧewşey
herdû lamanda eyřiwanî.
yekem car min paçim daye
yekem çek min kirdime şanî
yekem carîş min maçim kird
min bira bûm biray řastî
her bem pişte zamdarey xom
yekem şehîdîm girte koł.
ey kurdistanî muqeddes!
ey le yek kata dayenî
azarî xot
azarî xełk.
ey awatî perewazem!
le yek wexta
to penayt û penahênde.
to zamîşî û dermanîşî.
to şewgarî û řojgarîşî
to qurbanî û jyanîşî.
* * *
kiçe henarî ladêyî
bałay kird û wa pêgeyî.
makewekey xał le milim
kewte çîne
leser giłesûrî diłim!
îste kenîşkî ew dêye
dêt û eřwa û qisey pêye
qisekanî le lay hendê
wek şemame heł’egîrê û
nawbenawê bonyan ekirê!.
le lay zorbeş ew qisane
wekû diřk lebnî pê heł’eçeqîn
bo pezî nerît û dabî, kone sałe
be zyan bûn
bo ewey jin wekû mayîn
wek nêrgele
wekû dełek
seyr nekirê
nejî û nemrê
ew qisane lenaw dêda û le lay mela
wek tilyak û goştî beraz
qaçax kira!
* * *
êran zeryayek bû ekuła.
beramber şewî axûnde
bêşełanî meşxeł be ser řawestabûn
agir mewcî edayewe,
tûřebûnî daristanî řûte û hejar
le îmamî tewrî řîşdar
heta ehat hełî’ekird
heta ehat zyadî ekird!
berebere agiresûre
etenyewe.
be ser pirdî kurdistanda
her şîrînKes bû, her ferhadKes
epeřyewe.
em careyan kiç her gułî
yêxe nebû
her xezałKesy leş wilar û
sêwî berdestî lasKes nebû.
gułdanêkî nawmał nebû.
em careyan şîrîn hebû,
qułing be des
em careyan xezał hebû
le sengera
eçowe begij agira.
* * *
beyan, beyan, beyan
lenaw eşkewtî şêdarî
xor nedîwî diłî xełka,
ew pirşing bû herdû çawî.
lenaw gunda
dengî edayewe nawî:
beyan, beyan, beyan
lew řojewe ke şanehengî pêşmerge
dewruberî ew gundeyan kird be şîle
îtir her heng bû nêr û mê
be seryewe enîştinewe!
lew katewe îtir «beyan»
wek peřesêlkey diłdarî
zewî û baran.
wek kenîsmey bał řengawřeng
tînû bo xwêndinê serbest.
wek swêskey ’aşiqî berd,
wek qeqnesî ’aşiqî giř
leser dirextî naw «dê»we
řoy, hełfiřî
hêlanekey xoy gwastewe
bo sengerî
ew meçek û tifenganey
lenawyanda her be tenha
tirs egrî!
le pencerey hetawewe
çuwe diłî hejarî řenc
sûtawewe.
lenaw kewaney dasewe
xoy hełdaye baweş zewî.
bû be pêłûy çawî genim.
bû be pencey dar û dirext.
bû be dêraw, bû be coge.
înca çuwe lay tifengê
ke leser asoy dwa řojim
řizgarîy aw, řizgarîy xak
lûley ew be giř eynûsê!
* * *
mindałî dê wekû nuqłî tirş û şîrîn
«beyan»yan la xoşewîst bû
hemû carê kiçanî dê
wekû çira
le dewrî ko ebûnewe
řazî nehênî naw diłyan
la heł’eřişt
le dwayîda yeke yeke
bo hendê berz, hendê çirpe
řêy řoşnî dyarî ekird.
lay diłanî sade û sakar
wek serçawe wek sewzegya
beyan çende xoşewîst bû
lay sik têr û milhûřî «dê»yiş
cêy twanc û
cêy pilar û
cêgey tane û
serzenişt bû.
* * *
le îstewe îtir beyan ew kiçeye
tarîkîy mał,
şewî dirêjî koyleyî,
wekû pirçî zyad û temeł
hemûy ebřê!
şêrî mêye û lenaw laney
azadewe dête derê.
wekû çyam ser heł’ebřê.
lêşawêke û ew dîwarî
namoyîye řa’emałê
ke demêke, zor demêke
lem kurdistane dîleda
ber le tîşkî nîwey xorim
nîwey ḧeqîqetim egrê.
le îstewe îtir beyan
ew bîre şarbeder eka
ke jin ebê
her leser cê û her le małda
bijî û bimrê.
ne û wa beyan
wek bawboran
şax espêtî û swarî ebê.
be ser «zîn»y befrînewe
awzengî eda le sikî bin binar û
gizing eka be çepik û
boman dênê!.
le îstewe îtir beyan ew kiçeye
çek be dest û şerwałêkî le pêdaye û
pêşmergeye.
* * *
ey jinanî wiłate qij sûtawekem!
beyan zenge
gwêy lê bigirin!
beyan destiřêjî azadî
naw êweye
ser hełbiřn.
beyan demî ew paçeye
şewezengitan eřûxênê
deng hełbiřn.
beyan ew dar û xişteye
dinyay taze pêk ehênê
çaw hełbiřn.
beyan lûley ew çekeye
merg emrênê
kwan?! řapeřn!
* * *
ber le êwe ey beyan û ey kiçanî
ew dîw jûrim
ey diłxiwazanî řûnakî!
ey ewaney bo yekem car
ber le korpe û saway xotan
lenaw gêjengî agirda
şîrî memtan
kirde naw demî azadî.
ber le êwe
ey kiçanî sengerî sûr!
her milwankem ekirde mil kiçî şî’irim
her mêxekbeng û kirmekim
ehêna bo kiçî şî’irim
her sûrawim eda le gone û řûmetî
kiçî şî’irim
bełam wextê êwe hatin
wek birûske,
datan le hewarî şî’irim.
lew řojewe îtir minîş:
çekim xistote ser şanî kiçî şî’irim
fîşekliẍim hênawe bo kiçî şî’irim
bergî xakîm kirdote ber kiçî şî’irim
kaskêtêkim kirdote ser kiçî şî’irim.
* * *
îste beyan her hawřêy gundê nîye
be tenha her merîwanim
şaroçke xincîlanekey
ser şeqamî diłî nîye.
îste êran û kurdistan
şax û pêdeşt
řûbar û bax
karge û kêłge
le dewarî ew diłeda
hemû cêgeyan botewe û
hêşta cêgeş zyadî heye!
îsteş beyan bo çawî kizî hejaran, çawîlkeye.
eger ewan mereze bin, em cogeye.
ger ewan peře kaẍez bin, em wişeye.
eger ewan çapxane bin, em penceye.
ger ewan çek û tifeng bin, em gulleye.
îste beyan hemû şewê
le noreda estêreye û êşk egrê
amade baş!.
bote aşnay, bote xizmî zor nizîkî
ew kitêbaney ke her wek laytekey
destî, şewan
řêgay ber pêy edoznewe
heta fîkirî hełnenûtê
lew qortaney
bîben berew qaç xilîskan!
* * *
ber le çend sał lenaw gunda kemê nebê
qoxî diłyan egořêwe legeł beyan
îtir hemû qisey ewyan
be zerdewałe û be kulle û
be çizûy dûpişk ezanî
boye wityan
em kiçeman
awekîye bem gundeman.
boye mizgewt bangî hełda
ew û şeytan
le yek bergan.
bełam beyan be qeder şarî kirmaşan
diłî gewre û firawan bû
bełam beyan le tînwêtîy em gundeda
her baran bû
le sûtanî em gundeda
řîze setłî,
awî agirkujênewey ser małan bû.
le zamdarîy em gundeda
maşîne şêwe sipêkey
xaçî sûrî naw êran bû.
boye îtir wirde wirde
kemî naw dê
bûn be zorbe!
* * *
ewa îste beyan lejêr dartûyekda
leser berdê danîştuwe
lay xoyewe çekekey hełpesarduwe
her leser řan
hêwir hêwir
nameyekî dûrudrêj
enûsê bo małî xoyan!
* * *
name geyşte dayk û bawik
wekû gone nameş teř bû
lepêşda hewał sirpe bû
wek kizeba bê give bû
îtir małan
cût cût yaxud yeke yeke
ehatin bo namey beyan
ehatin bo hewałêkî
kiçe serbestî pêşmerge!
name wekû gułezerdî
dem ’etir řêj
wek bonî mordî sereřê
geyşte lûtî hemû dê
name wekû yek perdax aw
bo zor tînû
çon destawdestî pê ekirê
çon egeřê
awayş namey pełepełe
be firmêsk teř
namey beyan
le dû řojda wekû namey
konbûy gîrfan
çirç kewte demuçawî
leşî řê řê.
îtir ewendey nemabû
tewaw bidřê.
ke hewał bû be řeşeba
leber małda
xełkî westan be qetare.
ke awêney namey beyan
şewqî tîjî da le çawî
ḧepesawî ser minare
ewsa melay mizgewtî dê
wek qelemûnî şiłejaw
be naçarî îtir hesta û
be dengî xoy
le biłindigoy mizgewtewe,
namey «beyan»y pêşmergey
bo xełk û xway gund xwêndewe!
* * *
wa desteyek
berg xakî, xwên qułpider
şan û lamil areqawî
le heřetî jyandan û
cyayan nakeytewe le yek.
be hengawî gurc tekander
yek ledway yek
řewe espêkî kêwîn û
řêy mergî sûr egirne ber.
be pêdeştî sûjniřêjda edene ẍar
çemî serkeş ciłew eken
çok be derbend û hewraz û
kilkey ser çyada eden
tifengî şan, kołî piştyan, qonaẍ qonaẍ
eben heta cêgey pirsyar, cêgey soraẍ
be her kwêyekda řet ebin
zerdexene eçê be pîr lêwyanewe
sûreguł berew berokyan
nan bo piştênekey piştyan
hejaranîş bo naw diłyan!
* * *
padganî ser ew mileye
bote dûmełî serşanî em nawçeye
le dîmenda wek miłeye.
destey diłdarî çaw tînû
pencey tołey ser tifengyan be peleye
her ewendey çaw bitrûkê
lepřêkda destiřêj wekû
baran û hewretrîşqe
be ser berazî padganda da’ebarê
şirîxey çek, nałe û girme
bo se’atê dû se’atê
jyan le miłe tał eken
le çend lawe berazî xîş zamdar eken.
* * *
îste deste leser řêgey geřanewen
berew binkey lêwe hatû
mandû, mandû
wek dwa şepolî kenarî leguřkewtû
tînû, tînû.
wek qiłîşî leşî zewîy germabirdû.
dû birîndarî nawdeste
yekê be şeleşel eřwa û
ewî tiryan serşan pêkiraw
xwênî qaç û ew serşane
heta îsteş tiketke
da’edene ser camane!
kanî û aw û sêberî kiř
bûn be îzgey ḧesanewey
pişko û agir
lewê ke xoyan kirdewe,
bo kizeba.
demyan xiste demî kanî.
ewsa derkewt
qij dirêjêk
sing berzêkyan
serdesteye
ewîş «beyan»y birûskey
em geleye!
* * *
beyan wa bû
biraymokî hejaranî em wiłate, yarî ew bû
destê kurtek û şerwałî kurdîy şiřoł
bergî bûkênîyekey ew bû.
řîze fîşekî naw qedî, heyasekey piştî ew bû.
estêre sûrî pênicgoşe, milwankekey milî ew bû.
qułfî narincokî destî, mustîlekey pencey ew bû.
xoł û barût, bon û podrey leşî ew bû.
beyan wa bû
ew sêberî bałay bîrî kełeget bû
çawî geşî mindałanî le diłda bû
ew dengidanewey hawarî serbestîy bû
mêjûy nizîk, mêjûy dûrî legełda bû
beyan wa bû.
kiçe pêşmergey se’at û dû se’atî
naw çîmen û seyran nebû.
de bînûse!
be merekebî ew xwêney şehîd daymê û
wa le şûşey çawî minda
de bînûse!
çend mezne
beyan řaberî komełê birûske bû
ewan pyaw û her ew kiç bû!
* * *
bełam key buwe şî’rî min
bê axudax, şewêk binûn?
key buwe key ledway maçî hemû gułêk
be zimanda hełneçeqê diřkêk, çiqłêk?
key buwe key lenaw małî şî’rî xomda
le yek jûrda
wişe û wişey dayk bawkê
dwaney nûkê
dwaney sikê
le xanewadey yek azar
lêre û lewê
leber çawî tîẍî gewrey leser milim
leber çawî şîrî gewrey
řawestaw leser serim
ew xwênî em
em xwênî ew
nekene kasey řojgar û
le pirseda neygêřn bo hemû gelim?!
* * *
hezar sałe û heta emřo
tewrekan her kurdistanim ebřinewe
letlet letlet, letim eken
keçî minî lete birîn
letekey tirî xom exom
keçî minî azar û jan
be ser cestey azarekey tirma eřom
min ew birîne gewreyem
ebme çeqo û dîsanewe
heman birîn kerit kerit ekem
ew kertaneş dîsanewe
ebne çeqoy tazetir û
azarekem wirditir wirditir
wirditir ekem!
* * *
ger dû zamî leşî baxêk
des le milî azarekanî yek neken
çon birînî gułî baxçey
dinyay dûrtir sařêj eken?
ger dû kenarî řûbarêk
bałî fiřînî bałindey yektir biken
bo bałindey zeryay dûrtir
çon hêlane dirust eken?!
ger dû agir
ger sê agir
ger çwar agir
hemû nebin be agirê
be kiłpeyek
giř le dîwî hejarxorî em kurdistane berneden
çon hejarî em dinyaye
çon řûbarî em dinyaye
çon bałindey em dinyaye
le çingî dêwî gewretir qutar eken?!
* * *
lêre û lewê
tewr tewre
lêre û lewê
xwên yek xwêne
temaşa ken
nexşey gułînî em leşe
małî geřekî qurbanîy
yeke yeke
jûrî zamî neco û aware û sułtanî
jûrî birînî şemał û mameřîşeKes
wekû małyan
dergay diłyan leser yeke.
* * *
ew wextey çawî bazêkî lay mu’înîm
heł’ekołn
somay çawî hełoyekî lay sułtanîm
tarîk dayet!.
ew katey demî şî’rêkî min ebestin
to henaset bo nadrê.
ew demey «beyan» ekujrê
yeke yeke le yek wexta lay hemûman
xorê, mangê, gułê emrê
beyan, beyan, beyan
ew tifengey destekey tirî xom kuştî
ew şî’rey her qełemekey xom bû kuştî
ew şepoley řûbarekey xom xinkandî
ew dirextey birûskey xom serî biřî
beyan, beyan, beyan
* * *
heta dwênê «dê»key beyan
nawnîşan û şwênî beyan
bizir bû wek mirwarî naw binî zerya
bełam emřo dêkey beyan
«berqiřûy» lay merîwanim
bû be hemû nexşey êran
bû be çawanî kurdistan
beyan, beyan, beyan
îtir beyan her be tenha
dargêlasî merîwanCih û êran nîye
kanîy sineCih û bokanCih nîye
emřo û sibeynê û dahatûş
îtir beyan kîjołekey dayegewrey kurdistane
îtir beyan le îstewe
estêre sûre geşekey
hejaranî gişt cîhane!.