aram

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 6 Xulek  981 Dîtin
ewe boçî em êwareye «tengîser»
ełêy jinêkî pirç zerdî gone ałe û
destî nawete jêr çeney kel û
ẍemgîn, ẍemgîn eřwanête
gewałe hewrî çaw teřî miley ewber?
ewe boçî em êwareye «ba»y kejan
zor tûřeye û qijî «dê lêjeCih»û «mêwłêCih»y
cûte xuşk řa’ekêşê û wa be pirtaw
xoy be dergay leser piştî
herdû derbenda ekat û
des ekate milî tenha taqe yarî gełařêzan?
ewe boçî em êwareye kirasî
berî hemû dirextekan
berî benden, berî binar, berî řûbar
le yek eçin û wek yekin?!
ewe boçî em êwareye nan û guł
le wiłatî hejarana seryan nawe be yekewe û
beřê kewtûn
řîz řîz hemû
çiray sûrin û
berew em mełbende hatûn?!
ewe boçî wek qełemê leser kaẍez becê mabê û
şa’îrekeyan kuştibê û
jûrekeyan leser şî’ir daxsitibê
îste awa em kêłganeş
em gundaneş
em xełkaneş
wekû eşkewt
dił û derûn tarumarin?
wek daristanî dar biřaw, bêzar û pest?
wekû řiqî şepolî dway begîrhênan
hewrî demuçaw besamin
bê- aram-n?!
* * *
heres hat û espî eylûlî dapoşî
keştîyewan û keştîy gewrey
bo naw sikî xoy hełlûşî.
heres hat û hajey çemî ḧefta û pêncî
le quřgî gelî û nişêw û herda biřî.
ew lûtkaney le hewra bûn
çûne jêr bałî dałewe
momê nema
yekê nema
biçê be pîr kurdistanî azarewe!
piley peyje hemûy şika.
her be şanî xomanewe
ta dwa çekîş
etik kira.
wiłate destigîranekem
řûtuqût bû
be ber çawî xomanewe
des bo qutkey memkî ebra!
* * *
dinya ’ebayekî řeşî girtibowe
wextê çirawgekey serî aram,
guł’estêrey serî aram
řank û çoẍe şiřołekey berî aram
derkewtin û le řewezî kelanewe
şaswarekem çuwe serê
ta bigate ew dałaney
baranî sûrî şořşyan
tya ebarê!
* * *
ba seywan kurtebałaş bê
bełam le henawî ewda
deyan hełgurd ser derdênê.
kanî heye kunî çawî zor biçûke
bełam be tenha tînwêtî
bêşeyekî çiř eşkênê.
xo bulbulîş zor biçûke
keçî dengî diłî kejêk ebziwênê.
genme qendeharî çone
aram wa bû.
wek sewzegyay şewnimawîy beharanîş
zimanî xoş, diłêkî teř
be leşular biçkole bû
lawaz û leř
bełam be bîr, be gyan, be kar
şaxî berz û hengî şane û
xoşewîstî em gele bû.
dergay singî
wekû kitêbxaney giştî
leser pişt û kirawe bû
bê girêwgoł, jînî sade
wek kasey do, kewçkî dar, şaney texte.
řûḧsûk, mû řeş, zît û hêwaş
dû danî pêş
nêwanyan şaş
nîgay kiz û çawîlkedar
bełam řêy mêşkî piřşingidar.
aram, aram
ewendey dasî dirwêney germyanim
be aram bû
legeł dujminî hetaw û hejarîşda
çekuşêkî zor besam bû.
* * *
ewsa serdem wekû gwêzan demî tîj bû
derzîy tow bû ekira be kêłgey birînî
em xakewe.
hemû biste řê û qutkeyek
řim, bazney çwar dewrî bû
hemû hengaw û çirpeyek
sêdareyek çaweřêy bû.
lenaw şarda mirdin polîsî şeqam bû
leser hemû dûřyanêk řawesta bû.
lenaw dêda mirdin pepûy wêrane bû
leser koterey sutmakî dar û perdûm hełkurmabû.
wextê aram gomêkî mengî biçûkî kurdistan bû.
beẍdaCih lafawê bû çaw sûr
panupoř be qed ’êraqCih
wextê aram demançeyek bû zor keřet
cûtey ekird!
beẍda be yek dest debabe û
deyan fiřokey heł’egirt.
wextê ew syamendKesy çaw kizî «xecKes» û
hejaran bû
syamende pêşmergekan
wekû pepûsłêmanke
kewî sipî
şûr û bewr
nawbenawê, takutera, yeke yeke
der’ekewtin.
ew şewgaraney ke aram
taqtaqkerey
darî zerd û qeredaẍ bû
nek dirextêk û dû dirext
qopîş xewî lê kewtibû!
* * *
ew sałaney řojekanî
wekû demî tewr û mişar
biřinde bûn
ew sałane lenaw bêjnigî xoyanda
her xerîkî tetełe bûn
zor hat û çûn
bełam kamyan wekû aram
twanî azar hełbimjê
twanî be pêwe bwestê
hebû, zû tilîsayewe
heşbû, wekû em şaxane
her mayewe.
* * *
em beyanîye «tengîserCih»
bonî mergî tazey lê dê
çwar dewrî dê
dał girtiwêtî
wa qîřeyan egate gwê.
em beyanîye tengîser
le pořêkî gîraw eçê
lenaw çingî daw û tořda
her zîqey dê
sat ledway sat
řengî şax û
řengî bax û
řengî małan, heł’ebzirkê!
ewe teqey qaçî merge
ta bê teqey gewretre û
wirde wirde bo êre dê.
ewe zengî destî merge
ke lê’edrê
dar û dîwar
mał û mindał
meř û bizin
řeşewłax
hemû şitê epeşokê
ewe teqey qaçî merge
ewe zengî destî merge
lenaw dêda tenha aram
bîrî geş û diłî menge.
* * *
zeman wekû kîseł wa bû
se’at be wêney mêrûle tê’epeřî
aram witî:
«leber min ba
dał «dê» nexwa
eçme derê»
emey wit û be naw telbendî çeqoda
keleberêk, ke tenha her tifengêk û
leşî wek emî pya biçê
çuwe derê.
pişt le dał û
řû lew eşkewte tazeyey
ke her emşew
nawî nehênî lê enê
ewa îste
řêge ebřê.
* * *
bedîyan kird
çawî dałî ser qerewł
wextê pelepîtkey cûłan
agir fiřî û
lew dûrewe
bałî hełoy sûrî şikan!
* * *
dał «’asî» bû
be ser serî aramewe exulayewe
demî birîn wek gułebax
azarê bû ekirayewe.
birîn mabû, birîn wîstî
her be pence gewrey qaçî
tifeng bênêtewe qise.
dał em care
denûkî gulley le singî
aram çeqan
bo êcgarî çawî lêk na
ew mirovey
dway mirdinîş
temenêkî nwêy xiste ser
’umrî jyan!
* * *
ey tengîser!
lem yadeda qełemekem
kirasî sûrî şî’rêkî
awdamanit ekate ber.
hemû şewê
lenaw xewnî firmêskawîy jûrekemda
xom ebînim
wa bûm be kotreşînkeyek
legeł hewrî ałda efiřim
hetakû eçme ser «daban»
lewêşewe berew «ketû»
înca şeqjin bał lêk edem
berew kořek û akoyan
nizim be dem fiřînewe
le her laye û dû sê gułê
heta ebin be çepkê
eybestime bał.
berz berz efřimewe
hewrî pêş xom egirmewe
her xom tenyam
ey tengîser egeme lat
ewsa leser ew mezare
enîşmewe, îtir aram
dête derê û egate lam
’eynekekey da’egrêt û
dest exate naw destimewe û
çepke gułim lê wer’egrê û
le dwayîşda
em la û ew lay
em şî’raneşim maç ekat.