aro dîm be çem nazk endamê
Li pirtûka:
Dîwanî Bêsaranî
Berhema:
Bêsaranî (1643-1702)
1 Xulek
2933 Dîtin
aro dîm be çem, nazk endamê
saway ten teřaw, tûłe nemamê
’er’er bałayê, şay cemîn camê
zułfan çûn kemend xeyatey xamê
girtebêş we des tûłê ce ’er’er
saway nazk ten, safî naz perwer
gah be dîdey naz medya pêşeda
ga megêrit we bejin, bałay wêşeda
her wext peyş medya we nazî çeman
çefit mebî ce taw mujeş, çûn keman
ewsa megêrtiş řast çenî bała
melerza û mekefit ne paş melała
yanî ce herko nemamê bax bo
ya ew we bałay wêş be demax bo
henî we bałay wêşan nenazan
awat we sayey, bałaş bwazan