bo maykil

Li pirtûka:
Le Kořî Xebata
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1005 Dîtin
ey řołey «esîl» û «colyos», ey «maykil»!
ewey toy hetîw xist: cewrêke zor zil,
cewrêke kirawe le baweř be dad,
le serbestîy zanist, le bîrî azad
kêrdêke be destî xwênawîy tawan
dirawe le cergî hoy fexrî însan
esîl û colyosî dayk û bawkî to
bo aştî eyanda le yek heşt û no...
eyanwîst zansityan, berî mêşkyan,
bête hoy řûnakîy berçaw bo jyan
nek dezgay dozexî qełaço karî
dirust ka bo destî sermayedarî,
ta goştî gyandarî řûy be yek jem
derxiwardî dêwêk ben daypiçřîwe dem
em pakî û pîrozî û berzîy nyaze
be tawan danra le dinyay taze...
her leber peykerî serbestîy berza,
wek qoçî qurbanî diran be erza!
peykerî serbestî be çawî xoy dî
wiłatî: dû zanay mirdin, leser çî?
le peřey te’rîxa serek lenkołn
serşoře le şermî zana wa kuştin!
kujran dayk û bawkit, bełê, lenaw çûn
le řêy baweřyana be qurbanî bûn!
to û «řoberit» êstake cûtêk hetîwin
xem xwardin ew bizey le lêw biřîwin
ke ta mird bo daykit hoy geşîy dił bû
dwa namey bo bizey lêwtan be kuł bû?
***
ey maykil! ey řoberit! ey nazdarekan
wintan kird baweşî germî daykitan!
lêtanî şardewe hewrî řeşî merg
pirşingî bawkêtîy colyos řozenberg
girane, ezanim, bê dayk û bawik man
bo korpey wek êwey êsk sûk û cwan,
bełam, ger esîl û colyosî zana
nebûrin le xoyan le řêy însana,
jimarey hetîwî însanî hejar
dû nabê... egate sedhezar hezar!
dwayî, berxekanî newey řozenberg
êstake lay gişt kes bûn be kizey cerg
le cyatîy daykêk û bawkêk, yek milyar
dayk û bawik daynawin be řołey nazdar!
baweşî kem tyaye em řûy cîhane
be germî bo êwe nebê be lane!