zengî pestî
Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
1 Xulek
1805 Dîtin
ewa dîsan le goşey nadyarî
diłim, hełsa ziřey zengî figarî;
be espayî, be bê hêzî, be ’astem,
heway řoḧim exate ser lerey xem!
be espayî, be lerzokî, hejarî,
enałênê le şwênî nadyarî!
zimanêk dête go herçen ziřey dê,
ke têr nabim le gwê girtin be dû gwê!
zimanêk, besteyek, dengêk, newayek,
sikałayek, henase û ax û ayek
ke têy nagem, ke nazanim ełê çî,
bełam xuřxuř le gełya řoḧim egrî!
çîye ey řoḧî bê lêwar û bê pey
le to naşarezayîy min hetakey?
çîye em denge? em awaze dûre?
ke pê hełhênerî çawî şu’ûre?
ke dê pestim, ke naye arezûy dił
be dûya wêł ebê: menził be menził!
çîye em zenge ziringey dê be matî
ke jêr tem kewtuwe şwênî wiłatî?