qale mird

Li pirtûka:
Siruşt û Derûn
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  786 Dîtin
’asmanî şînî eylûlî qijzerd!
nazanî tînûy firmêske řûy herd?
nazanî kizey henasey bê tîn,
çend gełayekî zerdî bo hanîn:
be řengî firmêsk lêyan nûsrabû,
qale mird, hey dax, bax berełła bû?
şaẍunçey xełfî tafî cwanî,
bû be daxî dił gełařêzanî!...
’asman sa bigrî be bê hîwayî,
firmêsk biřêje: tik tik, espayî!
firmêskî tik tik, lêkdanewey meng,
nîşaney coşe bo diłî zor teng!!
qale mird, qaley ayşexan û kurd,
qale na, daykî qale mird, kurd mird?
qaley xuşkan û qaley xizmanî
řûnakîy çawî gişt silêmanî!
kizey bay mergî pêş wade day lêy,
îtir êcgarî tarîk dahat cêy,
taqe tirûskey wecaẍî bû, ax!
taqe nemamî nawbaẍî bû, ax!
le naweřastî şeqamî ’umra,
ayşexan, sa merg! qale win kira...
qale tîrî merg pêş wade pêkay,
řołey gewret mird, ay ayşexan ay!
na, nemird qale, tenya qaley leş,
kewte ewdîwî perdey ewdîwřeş;
bełam qaley gyan, qaley dirustî,
hergîz win nabê le baẍçey hestî!
yadî gewreyî û şîrînî û çakî:
bełgey mane bo jyanî pakî!