geşt le qeredaẍ
Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
14 Xulek
3406 Dîtin
be pêçewaney [[firmêsk û huner/geşt le hewraman|geşt le hewraman]], em hełbeste wesfî hest û bînînî taqe geştêke ke legeł komełêk hawřê pêk hatuwe. wekû yadgarname (mizkirh), hest kiraw û bînrawekanî hengaw be hengawî geştî be wirdî- ewendey hełbest mawe bidat - tya tomar kirawe.
geştî řasteqîne le silêmanîyewe destî pêkird, bełam wekû le geştinamekeda pêşan dirawe le dêy «seywisênan» tewaw nebû. serdan û bînînî naw qopîy qeredaẍ - daristanêkî çiřî benawbange - hîy kwêstanî berzî darî zerd, hîy peykerî te’rîxîy derbend gewreyşî le ser bû, daxekem bom řêk nekewt ew dîmene cwananeş be çen bendêk bikem be mayey řazandinewey geştiname, be pêçewaney ewey ke çen carêk dawam lêkira û xoyşim be řastî arezûm kird.
1
’asmanî şîn û estêrekanî
pêdekenîn bo berî beyanî;
giłopekanî sercade û kołan;
zerd hełgeřabûn, kizkiz esûtan.
deřja leserda kizebay beyan,
eyleranewe kule û perdekan
şarî pencere û derga daxsitû:
wek yek gyandar û bê gyan tya nustû
a lem kateda ke xew zor xoşe,
heste û bergî řê xêra bipoşe;
kołane û kołan biřo berewxiwar
bigere şwênî komełî řêbwar!
2
leber dergay «beg» çarewê westaw,
hendêk zîn poşe, hendêk natewaw!
ser û tûreke berew zewî şoř,
be kirme kirmî alîk germe koř
kurke û nîwḧîley alîk dwakewtû
xew etarênê le hawsêy nustû
dûsê ladêyî û yek dû xizmetkar,
fîşekdan le pişt, tifeng canbêzar,
hatuçoyane be gurc û gołî
bełam pêk naye îş bo kiłołî:
dwan le hawřêkan hêşta nehatûn,
małî «beg» taze xerîkî twêşûn!
ax, hawřêy temeł, ḧełway ardî co!
çontan xistîne germay nîweřo?
3
swar bûyn, kewtîne binarî seywan,
řûy dinya řûnak, beyanî zor cwan!
şînayî deştî «tekye» û berewxiwar
paraw bû çeşnî egrîcey nazdar!
gułebeřojey qijzerdî çawkał,
mil keç westabû: sergermî xeyał!
leser qebrekan darî erxewan
wek bûkî tara sewzî awdaman
řû le ’erşî pak elerayewe
bo gyanî mirdû epařayewe!
seywan kewte pişt berew tanceřo
be nermeẍar û řewtî xoş biřo!
lay «qeretoẍan » serim hełbiřî
ałtûnî zerdey lûtkekanim dî!
4
řêgay dêhatî demî beyanî,
qełebałẍe bo silêmanî
pol pol jin û pyaw le dûy ker û bar,
siławêk eken mil enên bo şar!
em komełane tyayetî carcar,
cwanêkî lawî kołewane lar,
sertapa xişłî zîwî wa pêwe,
eřwa û hařey dê û ebrîqêtewe!
le ’astit siłêk eka bo lařê,
be nîwnîgay mest têyşit enwařê
ey cwanî ladê be serinc û sił,
lêt wirûjandim xeyałatî dił,
îtir... ciłewe, şile û sere şoř,
awat xwastine û xew bînînî zor!
5
řoj řimêk berz bû, dapeřîne çem,
aw şîn, mereze sewz û guł bedem
’eksî sewzayî řûy piř lerey aw,
tya eşkayewe pirşingî hetaw!
řeng řeng pepûle efřî zelawzel;
ga kinaçey poř, ga cirîwey mel
heway piř şine çemî elerzan,
pêy ehate coş kûrey şadîy gyan!
le jûrmanewe pirdêkî řûxaw,
sêberî kirkî ekird bo pengaw,
şaremêrûley naw pengawî qûł:
pol pol masî bû eykird cimucûł!
namane mil çem swar le şwên swar,
şiłp û hûř kewte naw tenkawî bwar;
wiłax řûy awî ekird sim karî,
epja baranî duř û mirwarî!
6
le çaxanekey «kanî sipîke»
janeserî ça û arezûy tîke,
řagîrî kirdîn sê çarek se’at;
twêşû nîwe bû, wirde dwayî hat
çay ’adetîman bû be pênc û şeş,
kem xor le zorxor zyatir eywîst beş!
fiřan fiřanî ḧełwa û penîr bû!
zirme û binagwêy xurma û hencîr bû
bê zor da’enîşt kiz be nabûtî,
«teq!» gwêzêk eyda le lûtkey lûtî;
bo qwaztinewey ta ekewte kar,
«zordar» lêy efřan yekem pelamar!
be heç derdêk bû nan û ça xura
dîsan bo řêga nawî xwa bira
7
wa hetaw germe řûy zewî daxe,
řêgay êstaman binarî şaxe
dîmanet be xêr yekem darbeřû!
gaberdî lařêy lał û pał kewtû!
takû řizgar bûyn le binarî şax,
kirdînî be aw řojî pirşing dax,
bełam serewjûr řoyştîn kem kem,
bay fênk kewte şiney demawdem
bonî dirext û dewenî naw kêw
tazey kirdewe nîwgyanî ser lêw,
qemçîman weşan serewjûr dîsan,
şeq, nał bû eyda le řêy berdełan!
wiłax be piřme û henasebřikê,
beser pileda fiřêy eda pê
biřo! bem řenge, pêçawpêç, dey dey,
emca leser şax têr ełêy oxey!
8
tawêk laman da, bo pişûy wiłax,
danîştîn: piştew dołî qeredax
berdemman deştî sewzî şarezûr,
şax girtûye lêy dewrandewrî dûr!
deştî text û pan, deryay sewzayî,
xał xał tya dyare şwênî awayî
tak û tûk dêy dûr, dûkełî çîn çîn
berz ekatewe bo asmanî şîn!
bûkî tanceřoy naw doşekî sewz
etrûkê çawî şînî be wenewz
coge wirdekan ekşên serewxiwar,
ebrîqênewe, wek tûley řeşmar!
wergeřaynewe bo dołî ewdîw,
şax bû leser şax, şîw bû leser şîw
tepołkey, yałî, dołî, nizarî:
ga şaş bû, ga çiř dewen û darî!
9
le darmazełe be pê çûyne xwar,
kewtîne ser řêy naw dewen û dar
emca têxuře, biřo xwar û jûr,
lêw wişkî germa, jakawî řêy dûr!
yekem dêy řêgat, ke «qareman»e,
heşt no małêkî naw daristane
her dwanman westayn le ber çeperê,
pyawêk dernekewt ciłewman bigrê,
yek dû biçkole û dû sê pîrêjin,
be kasedowe berew pîr hatin,
le dapîrêkî serispîy bê dan
têgeyîştîn hoy çołîy qareman:
timez xełqî dê leser firmanin,
xerîkî kêşe û şen û xirmanin!
10
mał awayîman kird le pîrêjin,
řoyştîn ta dê le çawman bû win:
nextêk be bê řê naman bo çep mil,
laman daye jêr dirextêkî zil
berdemman çem û tûtiřk û bî bû,
dewreman werd û cař û zewî bû
lêy řakşabûyn gişt le ber sêber,
çaw bestirawêkî ferencî leber,
kutekut derkewt be goçanewe,
lay daye laman bo ḧesanewe
- ’eleykesselam! kakey kut û kwêr,
bem qirçe qirçe oẍirtan be xêr!
berî destî bird bo ser nawçawan,
be dem êşewe serî řaweşan,
witî: dû mange gil le çawmaye
řêy dûr pêwanim bo nûştey baye!
ya pîr, be yek gez řîş key řewaye:
bo çaw bêt, le řê kwêrayîy daye?!
11
êsta biřyarî komeł wehaye:
biçîne wilyan ta fênk daye.
swar bûyn, biřîman doławdołî germ,
řeş dagîrsa řeng, karjî derda çerim!
tûleřê ała le řîze girdê,
le berdemya bû dartûy zor û «dê»!
îtir zelam û seg bû, řakirdin:
pelamardan û ciłew lê girtin!
birdînyane bin komełêk dartû,
lêfe û beřeyan bo daxsitîn zû!
wek beçkey qulî gwê agirî xoş,
dem kira çwar pênc mesîney ḧewcoş:
dû sê qoryey řeş piştên teneke,
ekuła û heł’eçû etut keşkeke
çay xest têk dira be kewçkî çêw,
derman noş kira pyałey lêwan lêw!
epařaytewe: «mame, tuxwa bes»!
nerim ne’ebû xanexwêy nakes:
her têy ekird bot yek leser yektir,
be pyałey çiłkin çay xestî wek quř!
12
ke komeł řêkewt berew qeredax,
sêber kişabû bo pêdeştî şax
řojî berew kel be pirşingî zerd,
warnîşî eda le ber řojî herd
neş’ey sêberî lapałî zor xoş,
deng xoşekanî hênayne ser coş!
sozî şepolî «řo... řo»y piř bedeng,
eylerzan dołî qûłî sêber meng!
be beste û aheng řêman birde ser,
noreman zor kird be zerde û sêber,
ta geyştîne ber «baske dirêj»
kişaye «zerdî awa» řêgay lêj
sê çwar geřekî xanû kelawe
şînayî û baẍçe çwardewrî dawe
seray geç karîy le çałî westaw
wek serpoş beser, cwan dête ber çaw
13
çûyne ber dergay mekteb dabezîyn,
emca «efendî»y ser kursî û mêzîn...
kořî ber baẍçey mekteb germ bû,
bexêrhatin ker ehat û eçû...
destî ser çawan bo sersing birdin
«more» hełdan bû «gêle» hawirdin!
kořî danîştin ta ehat ekşa,
kursî cêy çwar bû dey tê etirşa!
ser bû binagwê û dengubas pirsîn:
«kê mird le berlîn? kê kujra le çîn?»
swên exoyn be bar ke hîç nazanîn,
zyatir ser dênê bo zortir pirsîn!
îtir hełřêje diroy naçarî
ta wêran ebê małî lasarî!
14
şew danîştibûyn giştiman le serban,
pyawêk peyda bû xełqî dêy dûkan:
bo ser zemawen xułqî ekirdîn,
kewtîne řawêj: «biçîn ya neçîn»
min leber’ewey bê wiłax mabûm,
le’astî «biçîn!» tirşim ekird řûm!
paş lêkdanewey zor û yek û dû
ke dîm wiłaxim bo cêbecê bû,
emca destim kird be komeł handan,
bo řoyîştinî ser şayî dûkan,
lewêwe bûk ta «seywisênan» birdin,
bînînî herdû perdey jin be jin!
15
beyanî se’at dewrî heşt, komeł
řê kewt çen swarêk ehalîş legeł
hemû cil gořîw, ser û řîş taşîw,
le esp dirabû řext û řeşwey zîw
feqyaney sipî û şan û sełtey şîn,
xo lexşandinî naw qełtaxî zîn
êsta û tawê tir ḧîley espî şê,
ẍar û řim bazîy textayî lařê
way xerîk kirdim be xeyałewe
katêkim zanî be qedpałewe
«dûkan» dyarîy da le binarî şax,
jûrî aş û bî, xwarî şîw û bax
le xwarî dêwe hendê keprî şaş,
şayî û hełpeřkêy tya der’ekewt baş!
ke le naw kepran ciłewyan girtîn,
zerdey lûtkekan paş û pêş efřîn!
dû textî gewrey konî doşek poş
heşt no deyekî lê girtîne koş
le berdemmana hawřêkanî tir,
be çoka hatin wek yixî ḧuştir!
16
leber keprêka řoşnayîy agir,
day be tarîkîy şewî nawdê diř
şimşał be nałey lere û lerzedar
demandî kûrey diłî herzekar
le dewrî agir ḧełqey çopîy kuř
tirpey pêy ehat wek lêzemey xuř!
serçopî kêşî qozî çopî zan,
paş hełsanewe û nûkî pê badan,
le jûr seryewe dest û xencerî
çeşnî çexmaxey asman elerî
şimşał jen eyna bo heç layek řû
ewlaye kelley zortir germ ebû
her çok dadan bû, hełsanewe û «hey»
sozî hawarî naka «wey, wey, wey! »
mestî bê şerab herzekaran «’îw»!
xefet babirdû derdedaran «’îw»!
zaway berdergay awatî dił «’îw»!
bûkî řazawey cwantir le guł «’îw»!
ḧełqey çopî «’îw», şimşał lêder «’îw»!
asman, estêre, dê, deşt û der «’îw»!
***
kuřgel! hemîşe gyan û dił şad bin,
dest le milanî bûkî mirad bin:
norey xotan kird, şîrîn hełpeřîn,
asmantan lerzan be tewjim û tîn!
norey afrete emca hełpeřê,
sa hêz dest berda, cwanî dest bigrê!
17
ke hełman hêna çaw le xewî xoş,
giznigî hetaw dabûy le «kołoş»
leşkir řûy nabû bo deştî lařê,
her řêçkey swar bû em la û ewlay dê
ta derçû le dê taray sûrî bûk,
řim bazîy sard bû, teqe: tak û tûk!
bełam dîmaney taray başekên,
bo kûrey derûn bû be baweşên
leşkir wirûja, swar fiřên fiřên,
kewte şwênî swar: awzengî teqên!
qirçey destiřêjî demançe û tifeng,
eşrîxayewe piř be dołî teng!
le řê guzerî bûka beramber
dû řîz: dû dû swar lêy ehate der!
řeş swarî ebird şê swar be gałe
ga be nermeẍar, ga be çwar nałe!
lêy řa’epeřî lewber kutupiř,
esp swarêkî kilk û mil cwan gir
şê swar! boy derço sa çing leser şan,
çît kird bałdarit le xot xiroşan?
18
nextêk řoyîştin nema cêgay ẍar,
çeşnî mêrûle kişa řêçkey swar
şiney bay nawdoł fênk û ’astem,
řê lapałî şax, lay xwarûman çem
seranserî çem darî jałeye,
ew dawên sewzî serilq ałeye!
řoj: řojî şayî, kat: beyanîye,
tebî’et mestî bizey cwanîye!
bûkî jêr taray řeng erxewanî
şox û şenge wek gułî beyanî!
êmeyş «leşkirîn» bo xway diłdarî:
xatû zîn bo mem ebeyn be dyarî!
sa tuxwa deng xoş dey qetareket,
«kułence řê řê» û «hewrî lar»eket!
axo (kyûbîd) dyarîy cwanîy
bo jyan ewê, yan bo qurbanî?
19
le kilkey «kołoş» lewber «dêwane»,
be çepłeřêzan, aman lerzane,
leşkir û bûkî ewla peyda bû,
dîsan dû leşkir pêka hat û çû
wek dû estêre dû bûk lêkyan da:
dem niraye dem, dest le mil kira!
îtir komeł bû be dû deste, gişt,
îmew dû bûk na, wergeřa bo pişt
ême kewtîne destey «seywisênan»,
ta geyîştîne ser awêkî cwan,
lewê bew germa û qirçey nîweřo,
danîşe: ḧełwa û pişîy bûk bixo!
emca swar bûyn û bo řast wergeřayn,
le pêdeştêka dê xoy pêşan dayn,
lewber wişkeşîw geřekî gewre
mizgewtêke û mał łîy dawe dewre
le deştî ember geřekî biçûk
tyayetî małî kwêxa û zawa û bûk!
şaxî kołoşî piştî «seywisênan»
kewtote me’bên em dêye û dûkan
20
xewe? xeyałe? ’erde? beheşte?
hełpeřkêy jine ya hî firîşte?
pelkeřengîney êwarey behar
le’ezret taray sûr kewtote xwar,
êsta sergermî îltîfatî bûk
cimucûłyetî û heł’epeřê sûk!
«aman lerzane! hařey lerzane!»
bestey hełpeřkêy bałaberzane
goranîbêj bê û biço û xot bade
kê ewndey to derûnî şade!
wek heng bigeřê û goranî biłê,
lade carcarê bo berpêy gułê
guł be ahengî «aman lerzoke»
pêye dabnê û pêye berzo ke!
be naz lar bigre serî bê pûşîn,
ba birîqey bê kilawzeř çîn çîn!
pêçkey pişteser leser zułfî řeş
ba bicrîwênê wek estêrey geş!
şanî bo şil ke û xot hełsênewe,
suxmey ser memk bilerênewe:
ba pêçkey niqêm gurc gurc be tase
lêw binête ser kułmî heyase!
***
ey guł wa hełsa goranîbêjit,
hełbiře çawî şermî kil řêjit!
çaweřêm çerxey nîgay tîjtêpeř
le çawma bikat hestî eşkî teř!
beşkû le ’astim zebrî dił nermî
îtir nebřê lêt serinc be germî
minîş berdergay ḧełqey hełpeřkê
bigirim bigeřêm: beramber be kê?
beramber be to û dû çawî řeş řeş
ke naz efroşin be keç nîgay geş!
21
řêbwarî manûy çopî û řim bazîy
ta key aheng û goranî bazîy?
cwanî dê nûstin, zawa û bûk nûstin,
xew lokey xiste naw gwêçkey bîstin
deşt û der bêdeng, nawdê bêdenge,
bêdar her dwanî wek toy diłtenge
lêw lêk nê îtir şayî tewaw bû,
hawřêt seferîn legeł şebeq zû!
řêy geřanewey şarit lebere,
çi wadey coşî kełkełey sere?
sibeynê ke řoj hełhat le aso;
eda le pirçî «xawen çaw» bê to;
îtir ta mawî řabûrd «seywisênan»
pêşanî to bat hełpeřkêy çawciwan!