şîwenî gułałe

Li pirtûka:
Firmêsk û Huner
Berhema:
Goran (1904-1962)
 2 Xulek  1693 Dîtin
kiçim, mayey jyanim, yadgarî
şebabim, noberey şîrînî darî
ẍeramî kem dewamî ’umrî lawîm!
diłopî xwênî germî agirawîm!
cigergoşey ’ezîzim, nûrî çawim!
serî tałe dezûy amalî xawim
çi zû mirdî? kiçim heyhat kiçî xom,
çi zû mirdî? çi zû kewtîte bin gom?
çi zû kewtîte bin gomî ’edem? xo
be oxey teř nebû lêwim witim řo!
demê pişkûtî têr bonim nekirdî,
gułałey xoşewîst derleḧze mirdî!
ecel dad! asman dad! ’erşî xwa dad!
ḧekîm, ’îlmî beşer, derman, dewa dad!
kiçêkim bû, kiçê, tenya kiçê, bes!
ewîşt axrî kuşt çerxî nakes!
qebir! ey xakî řeş, ey çałî tarîk:
diřindey laşexorî bawik û dayîk!
le dewrit hełçinîm xuşk û bira pak,
kiçêkim bû ewîşt kirde xorak!
çi dawêke? çi însafêke, załim?
cehennem taw edey eykey be ḧałim?
leber yek luqme, yek pil goştî me’sûm,
minit boç kird le nûrî dîde meḧrûm?
eger, ey xakî załim, îxtyarit
nîye, naçarîye toyş karubarit,
le kirdarit eger mes’ûl semaye,
tebî’et, herçî... ḧetta zatî xwaye
bełê: herçî û heç kes bê sebeb kar,
pirotsitoy ewm metłûbe êcgar:
eřêjim eşk, ekêşim ahî bê bin:
sîlaḧî ’aczî zincîr le gerdin!
***
kiçim xo tu nemawî ta bibînî
ke bawkit çen be nasore birînî!
ne toy pê dêtewe ne ’eqłî ebřê,
le ser to kam yexe, kam esto bigrê?
kiçim tenya gułim, neş’ey jyanim,
diłî şadim, tirûskey çawekanim,
kiçim, řoḧim, kiçim, heyhat! heyhat!
çi koçê bû! çi koçê? wa kiş û mat?!