çend kurte şî’rê

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 2 Xulek  967 Dîtin
1- dwênê û emřo
wekû hetaw «zînKes» le kwê bê
sêberî «memKes» lewê buwe.
zerdexeney guł le kwê bê
maçî hengî xoşewîstî lewê buwe.
mangî azadîy kurdistan le kwê bûbê
xermaney xwênî şehîdan lewê buwe.
dwênê û emřoş
sengerî sûrî pêşmerge
hełmetî hełoy herêm û kerit û binke
le kwê bûbê
şî’rî minîş
wek narincok
wekû gulle
lewê buwe.
2- dengidanewe
ey xełkîne
eger dwênê
hełbestêkim bûbê be guł
min dabêtim le berok û yexey kesê
êwe xotan awî şî’ir û gułtan dawim
êwe xotan xoşewîstitan nîşan dawim
eger řojê
min goranîm û sirûdim
bûbê be agirekey newroz,
be meşxeł û le serban û
heywantana hełgîrsabê.
êwe xotan şepolî deng û awazî
hełçûy min bûn.
êwe xotan xoştan kirdûm.
êwe mêjû bûn, min serdem.
êwe tîşk û min awêne.
êwe řêga û minîş hawdem.
eger emřoş
şî’rêkî min bûbê be tîr
nîşan: hejarî em gele nawêtyewe
kewanim: derbendî şaxe.
boye şî’irim
piř be hemû kurdistanim
hawar eka:
min dengidanewey derûn û
zengî hest û
xurpey diłî
gelekemim.
3- espî eylûl
çwarde newroz
temenî espî şořşî
eylûlim bû.
le newrozêkda xencerman
be çawî řastya daçeqan.
newrozêkî tir hatîn û
kilkiman biřî.
espî yek çaw
le newrozî ḧefta û sêda
ḧîley: givey dem ziryan bû
yałî: ałay sewz û sûrî
lûtkekanî kurdistan bû.
bełam newrozî ḧefta û pênc
nek her çawî
nek her kilkî
nek çwar pelî
le berdemî gişt dinyada
her goşawgoş
serman biřî!