çend çwarîneyek

şî’rî sirûd «bo şehîdanî qiřge»
Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  692 Dîtin
ew şewey qiřge bû be gomî xwên
binarî goyjem sûr sûr hełgeřa
şarî hełmet û qurbanî û bełên
bize le lêwî sed sałey biřa.
***
le cêy her qetre xwênêkî řijaw
tołey yek be de esênînewe
le cêy her gułebaxêkî sûtaw
towî hezaran eçênînewe
***
ewan hêşûyek estêrey şîn bûn
bo dwařojî kurd ecrîwanewe
ewanîş kêrdî namerdî û qîn bûn
bo serbiřînyan ebrîskanewe.
***
be řêgey xorda berew serkewtin
karwanî sûrî em kurdistaneyn
êmey netirsaw le şewî mirdin
her ebê ałay serbestîy hełkeyn