mîwan

bo şa’îrî şehîd «cemîl řenicber»
Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 5 Xulek  664 Dîtin
nîweşew hendê car ke şî’ir
embate naw dinyay sîḧrawîy xoyewe
emxate ser bałî xeyałî dûrefiř
ew sate samał bê yan ziryan
baran bê yan befir
ebînim, gwêm lêye:
wa dergay ḧewşeman
cîřeyek ekat û tozêkî etrazê
ebînim bê xişpe, leser la
çaw zîtê
qijnê, řîşnê
bałakurt
henaseswarbûyek
her wekû mamzê pêkirabê û řawniraw
be pele xoy eka be małda
dû pişkoy bîlbîley
be dewrî ḧewşeda egêřê
awřê, dû awiř
ewsake berewjûr
hengawî xêratir heł’egrê
egate berdemî pencerey jûrekem
ewestê
be pence çend carêk leseryek
lêy eda:
- teq, teq, teq-
be’enqest dû carîş
leseryek ekokê
«tê’egem xoyetî:
«cemîlKes» e
le dûrřa hatuwe
manduwe
ezanim:
lem nawe betaybet lay dawe
bo ewey serdanî min bika!»
eşłejêm, xerîke pencerem lê ebê be derga
sersimêk edem û pêxawis řa ekem
her leber heywanda
baweşî pya ekem
her wekû dû liqî
dû darî řast û çep têkaław
min serim exeme ser şanî řastî ew
ew serî exate ser şanî řastî min
ne carê ne dû car ne de car
to biłê hezar car
pełasî nawdemî
awêney tewêłî
gerdinî řeng lîmoy maç ekem
gułałey birînî sersingî maç ekem
ew wextey ke destiman lêk berda
beranber yektirî danîştîn
le bała awêney dîwarda
temaşay xom ekem, ebînim
sersingim sûr buwe
řuxsarim sûr buwe
jûrekem sûr buwe
bon ekem
destupil bonî girt
bonî guł, bonî xak, bonî gya
cil bonî barût û qij qewzey řûbar û
jûr bonî gogirdî
eşkewtî naw çya
* * *
sereta bêdengîy xwênêke û emgirê
samêke û zimanim ebestê
ew katey çingî xwên berîdam
heł’estim:
çayîyek û perdaxê aw dênim
haławî çayîyeke û haławî henasey
temêke bo: kemê
le řûman enîşê.
- cemîl gyan lawaz bûy
lawazî
wek kotrebarîke
wek welî dêwaneKes
wek qełem.
be yek bîn aweke heł’eda
çayîyekey berdemî têk eda
qumêkî lê eda û destî çep
exate serşanim:
- lawaz bûm?!
şaxudax çawekem! şaxudax
şax xake û şemKes dayke û
min welî dêwane û
min kotrebarîkey «komełe» û
bo pencey zarołî hejaran,
min qełem.
paş tozê dest eba
le pizûy şerwałda
çuklête nameyek
derdênê û emdatê
be dengê, wek wijey daristan bimdiwênê
wek şepol, hajey dûr
bimgatê û bimdiwênê
pêm ełê:
- dwênê şew ke dîmin sêqołî
«şehabKes û ce’ferKes û enwerKes» bûn
hersêkyan leser erz çwarimişqî
le dewrî agirî be kiłpey
małêkî koçerda danîştin.
her lewê, her leber řûnakîy agirda
be nore her yeke û dêřêkî namekey
bo kîj û, bo kuřî
qutabîy pêşmergey şar nûsî.
* * *
se’atê zyatre le çawyam
temaşay xor ekem.
se’atê zyatre le diłyam
gwê egirim le xwên û ser enêm
be singî xakewe.
se’atê zyatre min ewm, ew mine
min pirsyar
ew weram
- cemîl gyan bêdengî de bidwê?
- menziłim biławe.
her emşew min ebê pêyekim lêre bê û
ewî tir le bokanCih
her emşew min ebê
be swarî espeřeş
demamk hełbestû
xom bikem be «qełay hewlêr»da û
her emşew serîş bem
le «memKes»y hejarî naw «botanCih»
wa «cemîl» be pêwe westawe
bejin sûr
her ełêy henarî gułkirdûy
gwê awe
be jûrda çend carêk dê û eçê
îstêk û leberdem dołabî
- «serdemê dołabî ḧacetî mubeq û,
îstake kitêba»- ewestê.
eweta danewî û le xaney duwemda
serûxwar wird geřa, destî bird
dîwanî «bêkes»y derhêna
her wekû yekem car
melotkey cigerî taqaney hełbigrê
bew core hełîgirt
leserxoş çawan û řûmetî
dîwanî hełmijî û maçî kird.
- bo eřoy ey aske sûreke
bo eřoy!
bo eřoy ey mangî
kakoł ał bo eřoy?!
bem şewe bo eřoy
barane û řehêłe
de tuxwa her eşřoy
gułałey zamêkî ser sîngit
lelay min cêbêłe.
- beng nabê ’eşqêkî řewende û
be tenya le małê lanada
beng nabê, xemêkî kêwîye û
be tenya le şaxê lanada.
pêxawis be dwayda řa’ekem
naygemê, tîşkêke û naygemê
- barane û řehêłe
teř ebî - cemîl - gyan
teř ebî!
wa îste geyşte ber derga
îstêk û bo satê řawesta.
awřî dayewe, serêkî hełbiřî
mangî sûr le şewî
řeşpoşda pêkenî
ewsake destî bird,
lepena dîwarda
çetrekey hełgirtim
bêxşipe, leser la
be dirzî kirawey dergada
têpeřî û
be tenya cêyhêştim!.