kilîl

Li pirtûka:
Keşkolî Pêşmerge
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 3 Xulek  929 Dîtin
em keşkołe
sade edwê, wekû řastî
wekû hejaranî wiłat
gułe şî’rî naylon nîye,
bêbon nîye
lûtberz nîye û
beser kesda,
fîz lê nadat,
wekû qisey piř girift û,
wek bałqonî koşkekanî,
çînî serûy bedesełat!
em keşkołe:
sakare wek gułî kêwî
wek kiçî xanuwe quřekan.
řûne wekû çawî qirjał
cwane wekû:
řîşe sipîyekey mewlewîKes
bêgerdîş wek:
befrî lûtke û
diłî mindał.
* * *
em keşkołe
wek hegbey pêşmerge waye
nanewrde û
tak tak gulle û
lete awêney şikaw û
name û nuqił û
řadyoyekî
xişexşikerîşî tyaye!
* * *
em keşkołe
wekû diłî
pêşmergekanî komełe
şaxî wirey berzî tyaye.
gêjełûkey řiqî pîroz
aramî meng
xewnî şehîd
koçî bêdeng
geřanewey hełoy tyaye!
* * *
ey pêşmergekanî komełe!
em qełeme
boye bałî lê řwawe
asmanî êwey bedî kird
em qełeme
boye denûk sûre çunke:
serî kêşaye pencerey zamtanewe.
boye wa bekuł exwênê
leber ewey:
leser meçektan nîştewe û
çuwe naw gerûtanewe.
* * *
ey pêşmergekanî komełey,
naw jûrî çaw
naw jûrî dił.
em şa’îre latey xotan
her em keşkołey şik ebird
ger řazîy bin
bîka be twêşûy řêgetan
be dyarîtan
wekû nan û
wek çepkeguł
eger emîş bextî sewzî
mijdane bê
biçête naw hegbeketan
biçête lay gulle û nuqił û
ber temaşay awênetan
eger emîştan xoş bwê
letektanda
bêt û biřwa û
hełsê û binwê.
çekekantan bangî biken
maçî biken.
ewa minî şa’îrî lat
hemû řojê bałay şî’irim
berew jûrtir heł’eçêt û
ebim be şay
hejaranî hemû wiłat. |şîkirdinewe"> terayaneda, ke diřyan be şewezengî dway heres dabû, nek her gyanî taqmêkî syasî, bełkû gyanî hemû kurdêkî şořişgêřyan legełda bû ew nawane ebûn be nawî ’îşq û azadî û ewînî kurdistan. deyan şehîdî wek şehab û enwer û ce’fer û aram û cemal û şemał û ’elî ’eskerî û xalîd û ’ezo û ... hitid û bûbûne wîrdî ser zimanî hemû diłdaranî şořşî řizgarî, her le serçawey em ’îşqeyşeweye ke gelê cogey sûrî em keşkołe hełqułîwin. ş. bi}{ttHisaba Ebcedê: |şîkirdinewe{xx|}