serîn, 1967

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  328 Dîtin
lenaw cêwe
ber le nûstin
hełbestêkim û goranîyekî «poł řopsinKes»
serînekanyan gořyewe
ew pantołî «tom»e quley
bê îş û kar bû be balîf û serînî
em şerwałekey «mame řûte»y bîtwênî
bo beyanî
kotrekanî «bîtwên» dyan
goranîyekanî «poł řopsin»
şedey gułgułyan bestuwe û
tê eçrîkênin le ḧeyran
bo beyanî
le berdemî małe tenekekey «tom»da
bînyan wa: mame řûteyş
şepqey şî’rêkî bê îşî
leserdaye û
ewîş buwe:
be: qule řeş!