kiław

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  442 Dîtin
to bînîwte!
katê bedem fiřînewe
ke pole kiławkuřeyek
be termî gułê yan çiłê
egen
heta term têpeř ebê
ewestin û bo řêzî xem
kiławekanyan da’egirin?!
ey bînîwte
ke beřûyek bo kewêkî
kujraw egrî
kiławekey da’egrêt û
firmêskekanî pê esřê?!
bełam le jûrekey minda
hemû carê ke hewałî
beřûyekî cwanemerg û
kiławkûřeyekî xinkaw
egate lam
be bêdengî
pandanekem
kiławekey leser eka û
înca egrî!