pirs

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  550 Dîtin
be «das»m wit:
leberçî wa kom bûytewe?
witî:
le dirwêneda wam lêhat.
ke be «hełekok»yişim wit
to boçî wa temen kurtî?
witî boçî ledway befir
jyan tamî tya emênê?!
ke be «taqtaqkere»yişim wit
to bo nanûy?!
witî newek diłdarekan
wabzanin, êşkyan nagirim!
be dwa honrawey xoyşim wit:
ey to boçî awa giřit têber buwe?!
witî nebada «qeqnes»yiş
wabzanê hejarekan bê hawdemin!