sema

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  567 Dîtin
ke dîm şew řistê estêrey
řengawřengî
le kemerî xoy bestibû
xeyałekanim baweşyan pêda kird û
kewtine sema
ke berebeyan destyan le yektirî berda
qełemekem kiçêkî bû
wek hetawî ber gurgezê
leşî teřî
pelkezêřîney girtibû!