pirç

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  768 Dîtin
«ba» gileyî le pirçekanî «kałê» kird
çunke xoyan bestotewe û
naçin legełya hełpeřn!
pirçe diłtengekan wityan:
-heta pencekanî «kakil»
xoyan ne’ałênne ême
legeł kesda hełnapeřîn!
-ger tûře bûm
ger ew pencane hełwerîn!
pirçe giryawekan wityan:
-xoman ebřîn!