şeware

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  348 Dîtin
ew çiraye boçî giřî
le xoy berda û, damirdewe?!
ew cwanemerge şew nebû
neçê begij tarîkîda û, hełînebřê
çon řûnakî xoy ekujê?!
şaxêk witî:
-min bînîm «aẍa»y małekey
nîweşewê
le milewe, hełîgirt û
birdî, řaygirt
beramberî pole melê
bo ’eşqî şewq
melî şeyda
xoyan hawîşte ber çira
çeqoy «aẍa»y fêre biřîn
yeke yeke serî biřîn
pencerey jûrekeyş witî:
-le małewe, ke aẍa nûst
min gwêm lê bû
çiray çawkiz
be xoy ewt:
«minî hêna řawî tarîkî bo bikem
çon bijîm û carêkî tir
diłdaranî dirext û aw
be şewarey
mirdin bixem!»