le řegewe
Li pirtûka:
            Kazîwe
        Berhema:
                Şêrko Bêkes (1940-2013)
        
             1 Xulek
             1234 Dîtin
        
        
    
                lenaw çawî mindałêkî «havana»we
birsêtî destî řakêşa
bo ser şeqamêkî giştî
yekem řêbwar:
diłdarê hat. herçî firmêskêkî pê bû
hemûy daye û, řoy têpeřî!
duwem řêbwar:
bazirganê dû nanî germî bo kiřî û
destî bo asman hełbiřî!
sêyem řêbwar:
çîroknûsê ... çîrokêkî
êcgar tûřey leser nûsî
çwarem řêbwar:
kirêkarê hat û neřoy
ta şeqam û şar û dinyay
çewsanewey bo negořî!
			
            
        birsêtî destî řakêşa
bo ser şeqamêkî giştî
yekem řêbwar:
diłdarê hat. herçî firmêskêkî pê bû
hemûy daye û, řoy têpeřî!
duwem řêbwar:
bazirganê dû nanî germî bo kiřî û
destî bo asman hełbiřî!
sêyem řêbwar:
çîroknûsê ... çîrokêkî
êcgar tûřey leser nûsî
çwarem řêbwar:
kirêkarê hat û neřoy
ta şeqam û şar û dinyay
çewsanewey bo negořî!