take dirext

Li pirtûka:
Kazîwe
Berhema:
Şêrko Bêkes (1940-2013)
 1 Xulek  583 Dîtin
ey leylakem!
lem sateda ke dergay jûrekem leser
awareyîm pêwe edem.
wa hest ekem
lew direxte take eçim
dûr, dûr
le cêyek řûtena
daristanî cêhêştibê
daristan cêyanhêştibê
ewîş herçî xem û axî daristane le nîgayda
be tenya hełîgirtibê
ey leylakem, lem sateda
wa hest ekem
ew dirextem!