dayk
Li pirtûka:
            Kazîwe
        Berhema:
                Şêrko Bêkes (1940-2013)
        
             1 Xulek
             2583 Dîtin
        
        
    
                lenêwan dû baxda nûstim
xewî sewz û sûrim bînî.
lenêwan dû estêreda
xom mełas da
çepkê le nehênîy şewm
bo «bîr» çinî
be nêwan dû çemda řoyştim haje û şepol
bûne hawřêm.
serim xiste nêwanî dû diłdarewe,
tałe muwe sipîyekanî ser û qijim
wirde wirde
řeş bûnewe!
lenêwanî dû daykîşda
ke danîştim
be dîdarî gewretrîn xoşewîstîy
em ser zemîne geyştim.
			
            
        xewî sewz û sûrim bînî.
lenêwan dû estêreda
xom mełas da
çepkê le nehênîy şewm
bo «bîr» çinî
be nêwan dû çemda řoyştim haje û şepol
bûne hawřêm.
serim xiste nêwanî dû diłdarewe,
tałe muwe sipîyekanî ser û qijim
wirde wirde
řeş bûnewe!
lenêwanî dû daykîşda
ke danîştim
be dîdarî gewretrîn xoşewîstîy
em ser zemîne geyştim.